Kanada dê 23 hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î vegerîne

Hikumeta Kanadayê biryar da ku gelek hemlwelatiyên xwe yên DAIŞ`î ji kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerîne. Lê dema pêkanîna vê biryarê yan jî tedbîrên qanûnî ku dê der heqê jinan de bigire dema vegerin Kanadayê, diyar nekirin.

Kanada dê 23 hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î vegerîne
21 ÇILE, 2023   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşa ku Kanada erê kiriye wê vegerîne, ji 6 jinan û 13 zarokên çeteyên DAIŞ`ê pêk tê. Ev beşa herî mezin e ku hikumeta Kanadayê vedigerîne.

Dadgeha Federal a Kanadayê perspektîf da hikumetê ku 4 welatiyên kanadayî, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerîne ku Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ji biryara vegterê îstîsna kiribûn.

Gerînendeya rêxistina Human Rights Watch (HRW) demeke berê eşkerekiribû gelek jin û zarok, name ji hikumeta Kanadayê wergirtine ku şert û mercên vegerê li wan derbasdar in. Rêxistinê eşkerekiribû ku 30 kanadayî hîna li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Di nav de bi dehan zarok hene.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran bang li dewletan kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î ku li Bakur û Rojhilatê Sûiryê ne, vegerînin. Her wiha di gelek boneyan de hişyarî da ku ev kamp bi taybet a Holê, bombeyeke demkî ye û li ser cîhanê bi giştî xetere ye.

(şx)