​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-1-2023
21 ÇILE, 2023   23:00

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salê li hola civînan a Meclisa Kantona Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Subhî Mihemed li goristana şehîd Rustem Cûdî ya li gudnê Berkevirê oxir dikin saet di 10:00`an de. Her wiha şênyiên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Rojhat Hesekê li goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê werşeyeke kar têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê saet di10:00`an de li dar dixe. Di heman çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandan li dar dixe saet di 18:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê û Tirbespiyê piştgiriya xwe bi QSDʹê re anîn ziman û diyar kir ku ew amade ne xaka xwe biparêzin . (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemdan El Ebid diyar kir ku lihevhatina dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê dê bi parçebûna Sûriyeyê bi encam bibe. El Ebid bang li hikumta Şamê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re diyalogan bike.

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin destnîşan kirin ku ew dê li hember dewleta Tirk û hêzên navneteweyî li ber xwe bidin û tê bikoşin heta ku Efrîn rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Gelek jinan li Reqayê û gundewarê wê, sûcê kuştina mamoste Nûra El Ehmed û zaroka wê şermezar kir. Her wiha banga birîna cezayê herî giran li dijî gunehkeran kir. Jinan destnîşan kir ku divê tevger û rêxistinên jinan ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan, kar û xebatên xwe xurttir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Hate diyarkirin ku pêşketinên li ser erdê yên li bakurê Sûriyeyê çêbûne, nîşan didin ku helwesta Tirkiyeyê û rejîma Sûriyeyê ji hev dûr in. Her wiha hate gotin ku serdanên berpirsên îstîxbaratên Tirkiye û Misirê ji bo Sûdanê, vegera li pêşbirka herêmî ya di navbera her du aliyan de nîşan dide. Li aliyekî din di çareserkirina aloziya Yemenê de nîşaneyên pêşketinê xuya dikin. (BI WÊNE)

ANHA