ʹ Em ê li ber xwe bidin û vegerin Efrînêʹ

Koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê diyar kirin ku ew ê berxwedanê berdewam bikin heta Efrîn ji dagirkeran rizgar bikin û gotin: "Îradeya me ji hemû êrişên dijmin xurttir e. Em ê Efrîn rizgar bikin, lê vegerin û darên wê yên zeytûnan hembêz bikin."

ʹ Em ê li ber xwe bidin û vegerin Efrînêʹ
20 ÇILE, 2023   14:39
ŞEHBA- XALID HESEN

Bi wesîleya salvegera 5ʹemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê ku 20ʹê Çileya 2018ʹan dest pê kirin, bi hezaran şêniyên herêma Efrînê meşek li navçeya Til Rifetê li dar xist.

Koçberên ji Efrînê yên ku tev li meşê bûn anîn ziman ku ew ê berxwedanê dewam bikin heta warê xwe rizgar bikin.

ʹSERKEFTIN WÊ PARA GELÊ BERXWEDÊR BEʹ

Mehmûd Elî Berazî anî ziman ku serkeftin wê para gelê berxwedêr be û got: " Îro salvegereke bi êş e. Mîna vê rojê dewleta Tirk a dagirker êrişên dagirkirinê da destpêkirin. Lê em li vir li Şehbayê li ber xwe didin. Em soza xwe ya vegera li warê xwe û qewitandina dagirkeran ji bîr nakin.ʹʹ

Meryem Omer got, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û wiha domand: "Em li Şehbayê li ber xwe didin. Em nahêlin dijmin îradeya me bişkîne. Îradeya me ji êrişên wan xurttir e. Em teslîm nabin. Em ê li ber xwe bidin.ʹʹ

ʹDAGIRKER XWEZAYÊ WÊRAN DIKEʹ

Koçbera bi avê Ferîda Yaqûb êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê û sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

Ferîda Yaqûb bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker xwezaya Efrînê wêran dike û daran dişewitîne. Her wiha diyar kir ku ew ê heta vegera li Efrînê li ber xwe bide.

ʹ EM Ê DARÊN ZEYTÛNAN HEMBÊZ BIKINʹ

Şemsa Omer da zanîn ku dewleta Tirk bê mirovahî û bê rehm tevahî cureyên çekên pêşketî û balafirên şer li dijî şêniyên Efrînê bi kar dianî û got: "Em li Şehbayê li ber xwe didin. Mayîna me ya li vir ji bo vegera li Efrînê ye. Em ê Efrîn rizgar bikin û careke din darên wê yên zeytûnan hembêz bikin."

(bb)

ANHA