​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin

Bi dirûşma "Efrîn a me ye û dê ya me bimîne", bi hezaran şêniyên herêma Efrînê êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kir ku ew ê berxwedanê dewam bikin heta ku Efrînê rizgar bikin û li warê xwe vegerin.

​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
​​​​​​​Li Şehbayê meşa girseyî: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
20 ÇILE, 2023   13:58
ŞEHBA

Di salvegera 5ʹemîn a destpêkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de, bi hezaran şêniyên herêma Efrînê daketin qadan û dagirkerî şermezar kir.

Meş li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin. Şêniyan şaxên darên xeytûnan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, pankartên bi nivîsên "Efrîn a me ye û dê ya me bimîne","Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Em ê Berxwedana Serdemê geş bikin û dagirkeriyê têk bibin", "Em êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê şermezar dikin" vekirin.

Meş ji çerxerêya başûrê navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina sûcên dagirkeran hatin berzkirin.

Meş li qada sereke ya navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir hevserokê Meclisa  Rêveber a Herêma Efrînê Bekir Elo axivî û got: "Şêniyên Efrînê yên berxwedêr li vir îsbat dikin ku tevahî komployên ku gelek alî, di serî de dewleta Tirk a dagirker li hemberî wan plan kirine, têk çûn û negihiştin armancên xwe. Şêniyên Efrînê armanca xwe ya rizgarkirina Efrînê û vegerê ji bîr nekirine."

Elo bal kişand ser nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê û anî ziman ku armanca jê qirkirina gelê Sûriyeyê û pêkanîna siyasetên qirêj li dijî gel e. Elo diyar kir ku hinek alî berjewendiyên xwe di hiştina aloziya Sûriyeyê bê çareserî de dibînin û  got, çareseriya yekane projeya Rêveberiya Xweser e.

Bekir Elo diyar kir ku şêniyên Efrînê dê heta rizgarkirina Efrînê xeta berxwedanê bişopînin.

Endama Rêvebera Kongra Star a Herêma Efrînê Menal Şêxo axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide berxwedana me lawaz bike, şerê taybet li dijî me dimeşîne. Lê şêniyên me di nava 5 salan de îsbat kirin ku di xeta berxwedanê ya li dijî dagirkeriyê de bi israr in."

Menal Şêxo bang li aliyên têkildarî mafên mirovan û Konseya Ewlekariyê ya NYʹyê kir ku erkên xwe bi cih bînin, dagirkeran ji Efrînê derxînin û vegera ewle ya şêniyan li warê wan dabîn bikin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(bb)

ANHA