3 balafirên bêmirov baregeha Tinifê bombebaran kir

3 balafirên bêmirov baregeha Amerîkayê ya li Tinifê bombaran kir. Her wiha artêşa Amerîkayê da zanîn ku di encama êrişê de tu birîndarî çênebûn.

3 balafirên bêmirov baregeha Tinifê bombebaran kir
20 ÇILE, 2023   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku 3 balafirên bêmirov baregeha Amerîkayê ya li herêma Tinifê ya li Sûriyê bombebaran kir. Di encama êrişî de tu leşkerên Amerîkayê birîndar nebûn.

CENTCOM′ê diyar kir ku balafirên bêmirov ketin xwar, lê balafira sêyem nuqte bombebaran kir. Di encamê de 2 hêzên ji "Artêşa Azad a Sûrî" birîndar bûn.

(fr)