Li Qamişloyê turnuvaya karateyê

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê li Qamişloyê turnuvayeke karateyê li dar xist.

Li Qamişloyê turnuvaya karateyê
20 ÇILE, 2023   12:07
QAMIŞLO

Li Hola Şehîd Zelal Qamişlo ya Lîstikên Şer a li Navenda Yekitiya Werzîşê ya Qamişloyê turnuvayeke karateyê hate lidarxistin.

Di turnuvayê de 76 lîstikvanên ji tîmên herêma Cizîrê (Serdem, Asayîş, Berxwdan û Gold Gym) beşdar bûn. Di turnuvayê de 28 maç hene.

Armanca turnuvayê çalakkirina lîstikvanan da ku behreyên xwe bi pêş bixin.

Yekitiya Werzîşê gelek dewreyên çalakkirinê di demên berê de ji bo aktîfkirina werzîşên ferdî li herêmê li dar xistibûn.

(fr)

ANHA