Li Efrînê teqîn, kuştî û birîndarên Tehrîr El Şam hene

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji Efrîna dagirkirî li ser benda kontrolê ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ya li deriyê Xezawiyê yê navçeya Şêrawayê teqîneke mezin çêbû. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyên Tirkiyê.

Li Efrînê teqîn, kuştî û birîndarên Tehrîr El Şam hene
20 ÇILE, 2023   07:20
ŞEHBA

Duh, li benda kontrolê ya çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şamê′ (Cebhet El Nusra ya berê) li deriyê Xezawiyê yê navçeya Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî teqîneke mezin çêbû.

Li gorî çavkaniyan, di encama teqînê de çete Museb Salih El Sedî (27) û Hemîd Fedil El Omer (32) hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û bi rêya deriyê Hemamê yê li Cindirêsê birin Tirkiyê.

Çavkaniyan sedemên teqînê eşkere nekirin. Çavkaniyan diyar kir ku piştî teqînê gule hatin avêtin û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam dorpêçeke ewlehî li herêmê pêk anî û nehişt tu kes nêzî herêmê be.

(fr)

ANHA