MÎT′ a Tirk welatiyek ji Kefer Zîtê yê Efrînê revand

MÎT′a Tirk bi hevkariya çeteyên ′Polîsên Sivîl′ welatiyek ji gundê Kefer Zîtê yê Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand.

MÎT′ a Tirk welatiyek ji Kefer Zîtê yê Efrînê revand
20 ÇILE, 2023   07:44
ŞEHBA

Çavkaniyên ji herêmê, da zanîn ku MÎT′a Tirk û çeteyên ′Polîsên Sivîl′ bi ser gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê de girt û welatiyê bi navê Ednan Ebdo (39) revand.

Li gorî çavkaniyan MÎT′a Tirk û çeteyan bi dehan erebeyên leşkerî yên doçka li ser bi ser gundê Kefer Zîtê de girt, da ku ciwanên gund bigirin. Her wiha piranî ciwan ji gund revîn.

Her wiha çavkaniyan eşkere kir ku MÎT′a Tirk û çeteyan navên ciwanên ji gund revîne li ser bendên kontrolê yên li Efrîna dagirkirî belav kirin.

Piranî şêniyên gundê Kefer Zîtê êzidî ne.

(fr)

ANHA