Goreke komî ya leşkerên hikumeta Şamê hate dîtin

Hêzên Sûriya Demokratîk li başûrê Eyn Îsayê goreke komî ku cenazeyên 7 leşkerên hikumeta Şamê tê de bûn, dît.

Goreke komî ya leşkerên hikumeta Şamê hate dîtin
19 ÇILE, 2023   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li başûrê navçeya Eyn Îsayê goreke komî dît. Di gorê de cenazeyên 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin dîtin.

Leşkerên ku cenazeyên wan di gora komî de hatine dîtin, di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî Eyn Îsayê ya sala 2013`an de hatibûn kuştin.

(cx)

ANHA