Çalakgerên Nobeda Edaletê: Divê ji bo çareseriyê biçin Îmraliyê

Nobeda Edaletê ku parlamenterên HDP’ê dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan daye destpêkirin, 21 roj in bênavber didome. Çalakgeran daxwaz kir ku hiqûq û qanûn werin sepandin û dawî li tecrîdê were anîn.

Çalakgerên Nobeda Edaletê: Divê ji bo çareseriyê biçin Îmraliyê
19 ÇILE, 2023   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeda Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo hevdîtina parêzeran a bi Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye di roja 21'an de ye. Alîkarê Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Mahmut Togrûl, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Omer Ocalan, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huseyîn Kaçmaz, Zeynel Ozen û Kemal Pekoz bi dowîzên, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê bi cih anîn” li ber baxçeya Meclîsê daxuyanî dan.

Beştaş diyar kir ku ramana siyasî çi dibe bila bibe divê erkê sereke ya her demokratên li Tirkiyeyê deşîfrekirina siyaseta tecrîdê be û bal kişand ser vê yekê ku heta tecrîda li Îmraliyê dawî nebe demokrasiyê nayê Tirkiyeyê. Beştaş got: “Em dibêjin ku kes tu encamê nikare ji tecrîdê bigire. Tenê dikare taloq bike û li demê belav bike û dibe ku bibe sedema zêdebûna pirsgirêkan.”

Beştaş anî ziman ku divê ji bo çareseriyê biçin Îmraliê û got “Çareserî bi qasî Girava Îmraliyê dûr e. Her kes dizane, dema ku li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin û diyalog dihatin kirin, heyama ku di pirsgirêka Kurd de çareserî û aştî dihat axaftinê bû. Niha ev hêzên ku tecrîdê disepînin dizanin ku tekane kesê ku Tirkiyeyê ji çala krîzê derbixe Ocalan e. Lê dîsa jî di tecrîdê de israr dikin. Ditirsin û dizanin heke tecrîd rabe, wê dawî li pergala wan a dizî û talanê were. Baronên şer naxwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Çimkî ji axaftina bo aştiyê û çareseriyê ditirsin. Daxwaza me ew e ku hiqûq û qanûn werin sepandin. Divê Îmrali bê girtin û tecrîd biqede.”