Dewleta Îranê pêla girtinê berfireh dike

Hêzên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî çalakvanan û gel pêla girtin û serdegirtina malan berfireh dike.

Dewleta Îranê pêla girtinê berfireh dike
19 ÇILE, 2023   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zextên rejîma Komara Îslamî ya Îranê yên li ser gel zêde bûye. Duh hêzên dewleta Îranê bi ser gelek malan de girt.

Li bajare Pîranşar û gundên derdorê bi dehan kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin girtin û birin cihekî nediyar.

Li bajarên Şino, Kamîran û Sine jî bi heman awayî gelek çalakvan hatin girtin. Pêla girtinê li bajarên din jî berdewam e.

Dewleta Îranê pêla girtinê li bajarên ku berê xwepêşandanên berfireh lê çêbûn, dijwar kiriye.

Hefteya borî li bajarê Ciwanro zêdetirî 50 welatî û çalakvanan hatibûn girtin.

Di heman demê de li bajarên Îranê jî ev pêl dewam dike û dadgeriya Îranê cezakirina xwepêşandêran didomîne.

CEZAYÊ DARVEKIRNÊ DAN 112 ÇALAKVANAN

Ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve nêzî 20 hezar kes hatine girtin. Di girtîgehan de herî kêm 16 kes ji ber îşkence û dermannekirinê jiyana xwe ji dest da. Li 112 xwepêşanderan cezayê darvekirinê hatiye birîn.

YE: ARTÊŞA PASDARAN TERORÎST E

Parlamentoya Yekitiya Ewropayê (YE) erê kir ku Artêşa Pasdaran a Îranê û hêzên wan ên cuda bikevin nav lîsteya cezayên YE’yê ku wek lîsteya terorê ya YE’yê tê naskirin.

Ev pêngav wek destkefta serhildana ‘Jin, Jiyan û Azadî’ tê dîtin û sedema biryarê jî rola sereke ya Artêşa Pasdaran a di çewisandina xwepêşanderan de tê destnîşankirin.