Hevserokê KCK’ê: Divê Kurd wekî salên 1990’î tê bikoşin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê ciwan, jin û tevahiya civaka Kurd wekî salên 1990’î li dijî şerê qirêjî yê dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin û sîxuriyê qebûl nekin.

Hevserokê KCK’ê: Divê Kurd wekî salên 1990’î tê bikoşin
19 ÇILE, 2023   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku tev li bernameya taybet a Stêrk TV’yê bû, têkildarî şerê taybet ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê dide meşandin, nirxandinên girîng kirin. 

Cemîl Bayik bal kişand ser têkoşîna ku gelê Kurd dijî şerê qirêjî daye meşandin û got: “Mesela berê di nava civakê de tu kesî silav nedida kesên ajan. Gelê Kurd nikare tecawiz, fihûş, eroînê normal bibîne. Bila gefê bixwin, kuştin hebe, lê lazim e Kurd bêşerefiyê qebûl nekin. Bila birçî bimîne, tî bimîne, axê bixwe, çilo bixwe, giha bixwe, lê sîxuriyê qebûl nekin.”

Nirxandinên Bayik ên têkildarî şerê taybet ê dewleta dagirker û girîngiya têkoşîna li hemberî vî şerî wiha ne:

“Dewleta Tirkiyeyê dewleteke ku li ser şerê psîkolojîk, taybet hatiye avakirin. Dewleteke welê ye. Yanî ne dewleteke normal e. Şerê taybet tê zanîn pîvanên xwe nîne. Bi temamî bêpîvan tê meşandin. Ji bo vî şerî dimeşîne bi hemû derfetên xwe, civaka Tirkiyeyê, mirovên Tirkiyeyê jî ji rastiya xwe derxistine. Ji ber wê refleksê wan nemane. Her tişt dibe, normal tê dîtin. Ev ne rewşeke normal e. Ev çi diyar dike? Şerê taybet psîkolojîk ew civak, mirov ji rastiya xwe derxistiye, dûr xistiye. Ew encama wê ne. Ji ber ku bêsînor fûhûş, eroîn, ajantî bi pêş dixe. Yanî dixwaze bi temamî civakê welê bike ku ew civak bi temamî xera bibe, êdî nefikire. Ku ew karibin desthilatdariya xwe dewam bikin. Siyaseta ku dimeşîne li ser civakê, li ser mirovan li ser vî esasî ye. Bi taybetî li Kurdistanê vê bêsînor dimeşînin. Dixwazin mirovên Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd ji nasnameya xwe, ji kesayetiya xwe dûr bixin. Ku êdî nasnameya xwe nefikirin, Kurdîtiya xwe, mirovahiya xwe nefikirin. Li dijî wan ranebin û karibin bi hêsanî desthilatdariya xwe bimeşînin. Eger vana li Kurdistanê li nava civaka Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd dimeşînin ew ji bo wê ye. Lazim e gelê me vê baş fêhm bike. Malbat bi taybetî vê baş fêhm bikin. Ciwan, jin vê baş fêhm bikin. Li dijî vê siyasetê lazim e bisekinin, têkoşînê bikin. Malbat li zarokên xwe xwedî derkevin, li çand û jiyana xwe xwedî derkevin. Li nasnameya xwe xwedî derkevin. Eger xwedî dernekevin, ew dewlet wê vê siyasetê di nava civaka Kurd de bêsînor bimeşîne. Wê rizandinê çêbike. Civaka Kurd rastiya xwe winda bike, têkoşîna ku da, êşa ku jiya hemû wê vala biçe. Lazim e vê baş bibîne, baş fêhm bikin û li dijî vê bisekinin. Netirsin, eger bitirsin serê xwe daynin wê vê girantir bikin. Mirina esas ev e. Bi vî rengî civak dimire, Kurdîtî dimire, nirxê wan hemû, çanda wan hemû dimire. Ji bo ku nemire divê bi cesaret li hemberî vê bisekine. Niha di encama şerê kirin de ku we jî anîn ziman li Wanê zilamên dewleta Tirk, sûbay, polîs, yên dewletê 40 kesî tecawizî zarokekî 16 salî kirin. Vaya derket, em dinihêrin kes dengê xwe dernaxe. Halbûkî lazime mirov qiyametê rake ser piyan. Bi taybetî mirovên Kurd nikarin vê qebûl bikin. Nikarin tehemûl bikin, ev ne tiştekî normal e. Em dibînin ne partiyên siyasî, ne civak, ne ciwan, ne jin, li dijî vê ranabin. Halbûkî Wan tevahî rabin ser piyan, ne tenê Wan, cihên din jî. Ev heqareteke mezin e, bêexlaqiyeke mezin e. Vê dewlet dike, ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye li dijî gelê Kurd. Kurd nikarin vê qebûl bikin. Lazim e li xwe xwedî derkeve. Weke salên 90'î çawa ciwanên me, jin, civak bi temamî, zarok li xwe xwedî derdiketin, xwe diparastin, li dijî dijmin disekinîn. Dijmin wê demê nikarîbû ev heqaret bikira, destavêtin û zilm bikira. Lazim e careke din vê ji bo xwe bikin esas. Ya ji wan tê xwestin ew e. Bi rastî tiştên dibin ji bo me şermeke mezin e, lazim e em xwe ji wê şermê derbixin. Wer lê kiriye ku refleks nehiştine. Her tişt normal bûye, tiştê ku mirov qiyametê rake bûye normal. Ev encama şerê taybet e. Lazim e em pêşî li wê bigirin. Ya ji me hemûyan tê xwestin ew e. Niha giranî daye ser sîxurtiyê. Bi telefonan xwe digihînin her kesî. Gefan dixwin, dibêjin eger hûn ji me re sîxurtiyê nekin em ê we bikujin, em ê we bigirin, em ê we têxin zindanan, em ê cezayên giran bidin we, em ê jiyanê li we heram bikin. Madiyatê didin pêş wan, eger hûn sîxurtiyê qebûl bikin, yanî hûn li dijî xwe bin, hûn xwe îmha bikin em ê pere bidin we. Vê dibêjin. Yanî gelê Kurd lazim e birçî bimîne, tî bimîne, axê bixwe, çilo bixwe, giha bixwe, lazim e sîxurtiyê qebûl neke. Qebûlkirina sîxurtiyê kuştina xwe ye. Çawa gelê Kurd bi salan ji bo azadiya xwe têkoşîn kir, berdêlên giran da, asteke pir bilind ji bo xwe çêkir li dinyayê, rabe vê îro qebûl bike. Ev ne tiştekî normal e. Berê mesela li nava civakê yek ajan bûya, kesî silav nedida wî, wî nikarîbû li wir jiyan bikira. Niha wer lê hatiye ew jî normal bûye. Çawa tecawiz, fûhûş, eroîn normal bûye, ew jî normal bûye. Gelê Kurd nikare vê qebûl bike. Bila gefê bixwin, bila kuştinan jî bikin. Lê lazim e mirovên Kurd bêşerefiyê qebûl nekin. Ya rast ji bo gelê Kurd ew e. Bi vê munasebetê banga min li hemû mirovên Kurd ew e ku lazim e li dijî siyaseta dewleta Tirk bisekine. Dewleta Tirk çi bibêje, zanibin ku berevajî wê ye. Derew e, xapandin e. Wê çawa Kurdan ji holê rake, ji bo wê wan derewan dike. Ji bo wê fûhûş, eroîn, ajantiyê bi pêş dixe. Ji ber wê lazim e li dijî vê bisekine, li xwe xwedî derkeve, parastina xwe li ser vî esasî bi pêş bixe. Ku bi pêş xist, nikarin wan karan pêk bînin.”