Bayik: Sûriye bi têkoşîna Kurdan li ser lingan maye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik bang kir ku Sûriye nekeve xizmeta siyaseta xerab a Erdogan û got: “Erdogan bi kerameta Sûriyeyê lîst. Eger Sûriye xizmeta Erdogan bike, zerara herî mezin wê ew bibîne. Berjewendiya Sûriyeyê di tifaqa bi Kurdan re ye.”

Bayik: Sûriye bi têkoşîna Kurdan li ser lingan maye
19 ÇILE, 2023   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayikdi beşekî bernameya taybet a Stêrk TV’yê de, hevdîtinên di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de yên li ser Rojava nirxandin.

Cemîl Bayik destnîşan kir ku berjewnediya Sûriyeyê ne di tasfiyekirin, qirkirina Kurdan de ye, lê bi Kurdan re tifaqkirin e, pirsgirêkên xwe bi Kurdan re çareserkirin e û got: “Lazim e Sûriye neyê lîstikên dewleta Tirkiyeyê. Erdogan bi kerameta Sûriyeyê lîst. Destpêkê got em ê sê rojan bên li mizgefta Emewî nimêj bikin. Yanî em ê Sûriyeyê têk bibin, armanca xwe ew bû û li ser wî esasî jî kar kir. Ji bo ku Sûriyeyê têk bibe, alîkariya çeteyan kirin. Eger çete îro ewqasî komkujiyan dike, li pişt wê Erdogan heye. Tehrîbata ku li Sûriyeyê çêbûye, li pişt wê Erdogan heye. Erdogan Sûriye tehrîp kir, rastî ew e. Ji bo wê divê Sûriye nekeve xizmeta Erdogan, ku Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve. Eger têkeve xizmeta Erdogan, Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve, zirara mezin wê Sûriye bibîne. Dibe ku Kurd hinek zeraran bibîne, lê belê esas zerara mezin Sûriye wê bibîne.”

Berfirehiya nirxandinên Cemîl Bayik wiha ye:

“Di ragihandinê de jî belav bû, ku Rûsya, Tirkiye, Sûriye hevdîtinan çêdikin. Dibêjin wê di asta bilind de jî çêbikin. Lê belê ev ne weke dibêjin e, ne weke propaganda dikin e. Ev welê rehet çênabe, pirsgirêkên navbera Tirkiye û Sûriyeyê pir mezin e. Ev her kes zane, ev bi rehetî çareser nabe. Lazim e Sûriye, dijminê ji bo Kurdan neke. Eger dijminiyê ji bo Kurdan bike ev ê dawiya Sûriyeyê bîne. Eger ku Sûriye heta niha li ser lingan maye, va bi têkoşîna Kurdan çêbûye. Ev rastiyeke. Eger Kurdan li dijî Nûsra, DAIŞ wan şer nekirina, têkoşîn nekirina niha îro Sûriye nemabû. Eger ku ew li ser piyan ma, parçe nebû, rejîm dewam dike ev encama têkoşîna Kurdan bi pêş xistiye. Lazim e Sûriye vê bibîne. Wer berevajî nêzî vê nebe. Çeteyan Sûriye hemû xera kirin. Ne tenê Sûriye, derveyî Sûriye jî mirovahî jî bi vê baş zane. Ev çeteyana kê bi pêş xisti, kê alîkariya wan kir, kê ew perwerde kirin, kê çek da wan, kî wan dimeşîne dewleta Tirkiyeyê ye. Her kes bi vê jî zane. Dewleta Tirkiyeyê ti carî dest ji van çeteyan bernade. Çiqas dibêje, em ê pirsgirêkên xwe bi Sûriyeyê re çareser bike, derewan dike. Dixwaze bi vî rengî Sûriyeyê jî bixapîne. Hemû armanca dewleta Tirkiyeyê çi ye? Dixwaze Kurdan qir bike. Armanca wan ew e. Wê vê armancê çawa pêk bîne? Eger ku Sûriye jî kişand siyaseta xwe. Tirkiye eşkere dijminê Kurdan e, dixwaze Kurdan qir bike. Lazim e Sûriye nekeve nava vê siyasetê. Eger têkeve vê siyasetê, ferqa Sûriye û Erdogan namîne. Çima Tirkiye bi lez dixwaze hevdîtin çêbin? Ji ber ku hilbijartin li Tirkiyeyê heye. Erdogan dixwaze di meseleya Sûriyeyê de hinek gavan bi Sûriyeyê bide avêtin, wê jî têxe xizmeta xwe ku di hilbijartinê de bi ser bikeve. Rûsya ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Yanî tifaqa Rûsya, Sûriye, Tirkiye li ser berjewendiyên xwe bi pêş dixîne. Mirov wê fêhm dike. Tirkiye jî li ser berjewendiyên xwe bi pêş dixe. Armanca xwe eşkere ye, ji xwe tîne ziman: Lazim e li Sûriyeyê statuya Kurdan nebe, bi navê Kurdan çi heye ji holê rabe. Vê dibêje. Berjewendiya Sûriyeyê ne di tasfiyekirin, qirkirina Kurdan de ye. Berjewendiya Sûriyeyê bi Kurdan re tifaqkirin e, pirsgirêkên xwe bi Kurdan re çareserkirin e. Lazim e Sûriye neyê lîstikên dewleta Tirkiyeyê. Erdogan bi kerameta Sûriyeyê lîst. Destpêkê got em ê sê rojan bên li mizgefta Emewî nimêj bikin. Yanî em ê Sûriyeyê têk bibin, armanca xwe ew bû û li ser wî esasî jî kar kir. Ji bo ku Sûriyeyê têk bibe, alîkariya çeteyan kirin. Eger çete îro ewqasî komkujiyan dike, li pişt wê Erdogan heye. Tehrîbata ku li Sûriyeyê çêbûye, li pişt wê Erdogan heye. Erdogan Sûriye tehrîp kir, rastî ew e. Ji bo wê divê Sûriye nekeve xizmeta Erdogan, ku Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve. Eger têkeve xizmeta Erdogan, Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve, zirara mezin wê Sûriye bibîne. Dibe ku Kurd hinek zeraran bibîne, lê belê esas zerara mezin Sûriye wê bibîne. Ew naxwazin ku ti carî ew rejîm bimîne, Sûriye welê bimîne. Ew dixwazin bi çeteyan li Sûriyeyê guhertinekê çêbikin. Rastî ew e. Ji ber wê Kurdan heta niha Sûriye parast. Li ser lingan hişt. Belkî hinek xeteyên wan jî hebin, ji ber wê mimkun e rexneyên Sûriyeyê jî ji bo Kurdan hebin. Lê belê divê ev nebe asteke wer dijminê ye. Tirkiye dikare dijminahiyê bike, ji xwe dijminê Kurd e, dijminê jin e, dijminê demokrasî, azadiyê ye. Wê jî pêk tîne. Lê belê Sûriye ji bo hinek rexneyên xwe ji bo Kurdan hene, nikare vê bigihîne asta dijminatiyê mîna Erdogan. Eger vê bike wê dawiya xwe bîne. Baweriya min ew e ku Sûriye wê nekeve vê siyaseta xerab, wê têkiliya xwe bi Kurdan re bi pêş bixîne, wê pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Ya ku yekîtiya Sûriyeyê biparêze ew e, Sûriyeyê biparêze. Banga min li ser wî esasî ye ji bo Sûriyeyê.”

(cx)