Dewleta Tirk 31 sûriyeyî şandin Kilîsê da ku li herêmên dagirkirî bi cih bike

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagirkirî de, dewleta Tirk 31 sûriyeyî sewqî bajarê Kilîsê kirin da ku wan derbasî Sûriyê bike û li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Dewleta Tirk 31 sûriyeyî şandin Kilîsê da ku li herêmên dagirkirî bi cih bike
19 ÇILE, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên taybet, dewleta Tirk a dagirker 31 welatiyên sûriyeyî veguhastin Gerînendetiya Koçberiyê ya Kilîsê da ku wan derbasî Sûriyê bike û li herêmên dagirkirî bi cih bike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihandibû ku desthilata dewleta Tirk di çarçoveya bicihkirina milyonek penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî de, 22`yê Gulana 2022`yan beşa yekemîn a penaberên sûriyeyî bi rêya deriyê sînor ê bajarê Girê Spî, derbasî herêmên dagirkirî kiribûn.

(şx)