Şêniyên Hemayê: Nêzîkbûna Şam-Enqereyê wê zirarê dide sûriyeyiyan

Koçberên ji parêzgeha Hemayê ku li kampa Tiwêhnê ya bakurê Tebqayê dimînin, nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de şermezar kir û got ku ev nêzîkbûn zirarek mezin bide sûriyeyiyan.

Şêniyên Hemayê: Nêzîkbûna Şam-Enqereyê wê zirarê dide sûriyeyiyan
19 ÇILE, 2023   03:32
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Gelê Sûriyeyê ji nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê de ya bi navberkariya Rûsyayê ne razî ye. Der barê mijarê de, koçberên Hemayê ku li kampa Tiwêhnê ya bakurê Tebqayê dimînin ev nêzîkbûn red kir û têkildarî bandorên wê de metirsiyên xwe anîn ziman. 

/kr/uploads/files/2023/01/18/194346_-.webp

Koçberê bi navê Elî El Îsa yê ji bajarokê Uqeyrbat ê rojhilatê Hemayê wiha axivî: "Ji destpêka kirîza Sûriyê de hikûmeta Şamê jîngehan topbaran dike. Em jî neçar man ku ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve koçber bibin, ji ber ku li wir ewlehî û aramî heye. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca pêkanîna xewnên xwe yên Osmanî li herêmê û dagirkirina wê, êrişên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser giran dike.”  

El Îsa nerazîbûna xwe li hember nêzîkbûna di navbera herdu dewletan de nîşan da û got: "Em vê nêzîkbûnê bi carekê red dikin, ji ber ku ew tu carî ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyê ye. Lê belê li gor berjewendiyên dewletên biyanî ye, ku dixwazin xaka Sûriyê parçe bikin û demografiya wê biguherînin." 

/kr/uploads/files/2023/01/18/194324_-.webp

Her wiha, koçbera bi navê Ayde El Elî ya ji heman bajarokê wiha axivî: “Em li dijî van lihevkirinan in ku ti carî nûnertiya me wek welatî nakin û ne li gor armanc û daxwazên me ne.”  

Ayde nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de bi wêranker wesifand û got: “Jê armanc dikin ku projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî êrişî herêmên ewle dike.”  

Di dawiya axaftina xwe de Ayde got: "Timayên dewleta Tirk a dagirker hîn jî didomin û armanc jê parçekirina Sûriyê û dagirkirina wê ye." 

(mh/şx)

ANHA