Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de welatiyek birîndar bû

Nûçegihanê ajansa me da zanîn ku di encama êrişa balafireke bêmirov  a artêşa Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de hin welatî birîndar bûn, yek ji wan Ehmed El Salim e.

Di êrişa li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de welatiyek birîndar bû
18 ÇILE, 2023   13:57
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gel Rawestgeha Arî ya li çatrêya gundê Maşûq ku 7 kîlometre dikev rojhilatê Tirbespiyê ya Qamişloyê erebeyek bombebaran kir.

Li gorî nûçegihanê me di encama êrişê de welatiyê bi navê Ehmed El Salim (45) ê ji gundê Girê Mirkê yê li rojhilatê Tibespiyê birîndar bû. El Salim di kêliya hedefgirtinê de li nêzî erebeyê bû. Li gorî agahiyên destpêkê hin welatiyên di erebeyê de jî birîndar bûne.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Qamişloyê.

Der barê êriş û hûrgiliyên wê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta niha tu daxuyanî nedane.

(fr)

ANHA