​​​​​​​Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevgerên Jinan qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir

Platforoma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcê qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir û bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan ên li cîhanê kir ku heta pêkanîna wekheviyê têkoşînê bilind bikin.

​​​​​​​Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevgerên Jinan qetilkirina Mursel Nebîzade şermezar kir
18 ÇILE, 2023   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê qetilkirina parlamentera berê ya Efganistanê Mursel Nebîzade şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Ruxmî em di sedsala 21′ê de ne, hîna hêzên tundraw û rejîmên destpot rojane sûcên qirkirin û komkujiyê li dijî gelan pêk tînin, nexasim jî li dijî jinan. Da ku hegemoniya xwe li ser tevahî cîhanê mayînde bikin. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn komkujî, qirkirin û hedefgirtin di van demên dawî de li welatên ku azarên şer û krîzan dikişînin zêde bûn.

Li Efganistanê, Tevgera Talîbanê hewl dide vîna jinan biçewisîne. Hedefgirtina parlamentoya berê ya Efganistanê Mursel Nebîzade nîşaneya hovîteya wê tevgerê û sûcên wê li dijî jina azad e.

Mursel Nebîzade çalakgereke jin bû û parastina mafên jinan li Efganistanê dikir û tu xeterî çênedikir. Lê têkoşîna wê ya di oxira bidestxistina mafên rewa yên jinan li gorî hemû mîsaq û urfên navneteweyî li dijî wê zihniyeta tarî ya hişt a Tevgera Talîbanê gefek bû.

Em Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qetilkirina jinan li ku derê dibe bila bibe, em şermezar dikin. Em bang dikin rêz ji mafên jinan re were girtin û sûcdar werin cezakirin. Her wiha em bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan li cîhanê dikin ku heta pêkanîna wekhevî û edaleta giştî li cîhanê têkoşîna xwe bilind bikin."

(fr)