Xwendekaran bi çalakiyekê bal kişand ser êrişa dagirkeriyê li ser Efrînê

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Qamişloyê di salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê de çalakiyek li dar xist.

Xwendekaran bi çalakiyekê bal kişand ser êrişa dagirkeriyê li ser Efrînê
18 ÇILE, 2023   17:55
QAMIŞLO

Xwendekarên Zanîngeha Rojava û endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk li pêşiya Çerxerêya Efrîn a li rojhilatê Qamişlo kom bûn.

Di serî de xwendekaran û endamên tevgerê mûm pêxistin, piştre ji aliyê endama rêveberiya tevgerê Emûra Dilxwaz daxuyaniyek bi navê xwendekaran xwend.

Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin û berxwedana 58 rojan a şervan û şêniyên Efrînê hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê hate dayîn.

Çalakî bi siloganên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA