Li Girê Spî sirûda neteweyî ya Tirkan li şagirtan ferz dikin

Dewleta Tirk a dagirker jiberkirina sirûda neteweyî ya Tirkan li şagirtên dibistanên kantona Girê Spî ya dagirkirî ferz dike. Her wiha wêneyên kesayet û sembolên neteweyî yên Tirkan jî xistine metaryalan.

Li Girê Spî sirûda neteweyî ya Tirkan li şagirtan ferz dikin
18 ÇILE, 2023   10:36
EYN ÎSA

Çavkaniyên ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker fêrbûn û jiberkirina sirûda neteweyî ya Tirkan li şagirtên dibistanên kantonê ferz kiriye.

Şagirtên dibistanên kantona Girê Spî ku “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” lê serwer e, êdî her serê hefteyê li dibistanan sirûda neteweyî ya Tirkan dixwînin. Malbatên şargirtan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û hinekan zarokên xwe ji wan dibistanan vekişandin û şandin dibistanên taybet.

Ji dema dagirkirina kantona Girê Spî û gundewarên wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di encama êrişek dagirkeriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de û koçberkirina bi hezaran şêniyên herêmê, dewlet dagirker zimanê tirkî li dibistanan ferz kiriye, materyalên xwendinê li Tirkiyeyê tên çapkirin û li dibistanên girêdayî “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” tên belavkirin. Ev yek di çarçoveya siyaseta tirkkirinê de pêk tê.

Heman çavkaniyan da zanîn ku dagirkeran şagirt neçarî hînbûna dîroka dewleta Tirk kirine û wêneyên damezirînerê wê Mistefa Kemal Ataturk di metaryalan de bi cih kirine.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya materyalên xwendinê fikrên tundraw û neteweperest li herêmên dagirkirî belav dike. Her wiha tevî gelek rêxistinên tundraw ên Pakistan, Çeçenistan û yên Kendavê, gelek peymangeh û komeleyan ji bo belavkirina terorê bi rê ve dibe.

Ajansa me demeke berê hin wêneyên ji kantona Girê Spî belav kiribûn ku tê de wêneyên Ataturk ên li cihên giştî hatibûn danîn, xuya dikirin.

(şx)

ANHA