​​​​​​​Qetilkirina Nûra El Ehmed û zaroka wê li Tebqayê hat şermezarkirin

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê qetilkirina Nûra El Ehmed a ducanî û zaroka wê şermezar kir û bang li aliyên têkildarî kir ku cezayê herî giran li sûcdaran bibirin.

​​​​​​​Qetilkirina Nûra El Ehmed û zaroka wê li Tebqayê hat şermezarkirin
18 ÇILE, 2023   10:40
TEBQA

Nivîsgehê bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir. Daxuyanî li pêşiy nivîsgehê bi tevlêbûna endamên nivîsgehê û saziyên sivîl ên Tebqayê hate xwendin.

Endama Rêveberiya Komîteya Lihevhatinê ya nivîsgehê Macîde Kerîm daxuyanî xwend. Macîdeyê hişyarî da ku sûcên wiha li dijî jinan zêde bûne.

Macîde wiha domand: “Sedem çi dibe bila bibe û bi çi navî jin werin kuştin, paşguhkirina van sûcan, li eniya mirovahiyê şermek e.”

Macîdeyê bang kir ku tedbîrên herî tund li dijî sûcdaran bê girtin û got: “Ji bo ku bibe bendeke asê li pêşiya kesên ku bixwazin sûcên wiha li dijî jinan û zarokan pêk bînin.”

Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandibû ku kujerên Nûra El Ehmed girtine.

Roja duşemê li taxa Mişleb a Reqayê, Nûra El Ehmed (25) û zaroka wê ya 8 salî hatibûn qetilkirin.

(şx)

ANHA