Xwendekarên Kobanê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê

Bi sedan xwendekarên Kobanê ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” xwepêşandanek li dar xist.

Xwendekarên Kobanê piştgirî da serhildana li Rojhilat û Îranê
18 ÇILE, 2023   09:56
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandanê ji Taxa Nû ya Kobanê dest pê kir. Bi sedan xwendekarên Zanîngeha Kobanê tev li xwepêşandanê bûn ku li Qada Jina Azad rawestiya.

Xwendekaran wêneyên Jîna Emînî hildan û sloganên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Li Qada Jina Azad xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de xwendekara bi navê Novîn Temî bi navê xwendekarên zanîngehî axivî û got: “Şoreşa ku bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê li dar e, pîroz e. Em dê bi ser bikevin, ji ber ku em mafdar in. Ji mafê jinan e ku daxwaza mafên xwe bikin.”

Novîn destnîşan kir ku ew piştgiriya jinan û gelê Rojhilatê Kurdistanê û mafên wan dikin ku ji ber çewisandin û zilma dewleta Îranê jê mehrûm mane. Novînê bang li dewleta Îranê jî kir ku guh bide daxwazên gel.

Di dawiya xwepêşandanê de xwendekaran dirûşmên “Jin, jiyan azadî” berz kirin.

(şx)

ANHA