Kujerên Nûra El Ehmed û zaroka wê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên jina ducanî Nûra El Ehmed û zaroka wê ya 8 salî girtin.

Kujerên Nûra El Ehmed û zaroka wê hatin girtin
18 ÇILE, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ev daxuyanî da:

“Roja duşemê (16`ê Çileyê) Hêzên li dijî Tawanan raporek li ser kuştina jineke ducanî ya bi navê Nûra El Ehmed û keça wê ya 8 salî li taxa El Meşleb a Reqayê wergirt.

Endamên Hêzên li dijî Tawanan cihê bûyerê keşf kir, delîl berhev kirin û dest bi lêkolîn, şopandin û komkirina agahiyan kir.

Hêzên me di nava 24 saetan de xwe gihand kesên gumanbar û ew girtin û di lêkolînên destpêkê de ew kes li xwe mikur hatin ku wan cînayet kiriye.”

Li gorî daxuyaniyê, piştî bidawîbûna lêkolînan dê hûrgiliyên kuştinê, îtîrafên kiryaran û sedema tawanê ji raya giştî re bên parvekirin.

(cx)