Malbatên ku giliya dewleta Tirk kir: Bêdeng nemînin

Malbatên şehîdan ku ji bo dazirandina dewleta Tirk a dagirker gilî kir, destnîşan kirin ku ew ê heta encamgirtinê li ser piyan bin û banga bihîstiyariyê li saziyên navneteweyî kir.

Malbatên ku giliya dewleta Tirk kir: Bêdeng nemînin
18 ÇILE, 2023   09:07
QAMIŞLO-HÊLÎN EYLUL

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh li hemberî êrîş û sûcên dewleta Tirk a dagirker, li dadgeha Qamişlo gilî kiribûn. Endamên Meclîsê yên ku gilî kiribûn, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Dayika bi navê Felek Hesen ku zarokek wê şehîd e, bi gotina, “Bes e çekên qedexekirî li hember zarokên me bi kar tînin û şehîd dixin” nerazîbûna xwe anî ziman û xwest ku êdî cîhan dengê wan bibihîze, xwe kerr, lal û kor neke.

Felek Hesen xwest ku zext li dewleta Tirk were kirin û kiryarên dermirovî neke û ji  axa Başurê Kurdistanê derkeve.

Xelîl Mihamed Osman ku zarokek wî jî di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûye, da zanîn ku sedema gilîkirina wan ew e ku dewleta Tirk bidin darizandin.

Xelîl Mihamed Osman diyar kir ku ewê dijî êrîşan her li ser piyan bin, doza zarokên xwe bidomînin û ji Rêxistina Pêşîlêgirtina Çekên kîmyewî (OPCW) xwest ku li cihên çekên kîmyewî hatine bikaranîn, lêkolînan bike.

ANHA