Dayika Mîr Perwer li kêleka kurê xwe hat veşartin

Dayika şehîdê Komkujiya Duyemîn a Parîsê Mîr Perwer, Fîlîz Aydin ku duh jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Ewran li gel kurê xwe hat veşartin.

Dayika Mîr Perwer li kêleka kurê xwe hat veşartin
18 ÇILE, 2023   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) 23'yê Kanûnê li paytexta Fransayê Parîsê di êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hate şehîdxistin. Dayika Mîr Perwer, Fîlîz Aydin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Fîlîz Aydin ku demek bû ji ber enfeksiyonê li Xarpêtê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fîlîz Aydin duh hate wergirtin û saet di 03:00’an de li Goristana Ewran li kêleka gora kurê wê Mîr Perwer hate veşartin.