Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket

Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket. Li gorî agahiyên destpêkê zirarên madî hene.

Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
18 ÇILE, 2023   08:05
QAMIŞLO

Li depoyeke petrolê ya li nêzî Çerxerêya Şehîd Aras Xanîka ya taxa pîşeyî ya kevn a li rojhilatê Qamişloyê, şewat çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê, agir hîna li depoyê gur e û gelek zirarên madî hene.

Tîmên agirkujiyê yekser berê xwe da cihê bûyerê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tedbîrên pêwîst girtin û tevgera çûn û hatinê li wê kolanê qedexe kir.

Sedema şewatê hîna nayê zanîn.

(şx)

ANHA