Rojnameyên erebî: Li Şamê parsekî zêde dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, der barê rewşa jiyanî ya li herêmên hikumeta Şamê, serdana serokê îstixbarata dewleta Tirk a dagirker bo Sûdanê û aloziya Lubnanê de nivisîn.

Rojnameyên erebî: Li Şamê parsekî zêde dibe
18 ÇILE, 2023   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BELAVBÛNA DIYARDEYA PARSEKIYÊ JI BO XWARIN Û DERMANAN LI ŞAMÊ’

Rojnameye Şerq El Ewsat têkilarî rojeva Sûriyeyê wiha nivisî: “Dîmenên parsekiyê ji bo xwarinê di nava sûkên Şamê de, li pêşiya dikan û firin belav bûye. Çi dema kesek tiştekî bikire, parsek li dorê kom dibin û jê dixwazin ku heman tiştî jê re bikirin.

Tê destnîşankirin ku hikumeta Şamê sala 2021`an para nan a her malbateke ku ji 4 endaman pêk tê, rojane kir 2 sewikên nan. Tevî ku nan madeya xwarinê ya yekane ya bi hezaran malbatên sûriyeyî ye.

Parsekî ne tenê ji bo xwarinê ye lê parsekiya dermanan jî derketiye.

Li gel pêla bihabûnê, aloziyeke xwarinê ya kûr li herêmên rejîma Sûriyê çêbû. Ji bo çêkirina şîvekê pêwîstî bi hefteyekê heye da ku malzemeyên wê bên kirîn ku her rojekê tiştekî dikirin. Ji ber ku kîloya birinc di navbera 8-12 hezar lîreyî de ye, bamiyê hişk derdora 20 hezar lîre, goşt jî 20 hezar lîre ye. Yanî lêçûna xwarinekê 50 hezar lîre ye. Ew jî zêdetirî karîna welatiyan e ku bi yek carê bidin.”

‘TEVGERÊN ÎSTIXBARATÎ YÊN MISIR Û TIRKIYEYÊ LI SÛDANÊ’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyên ewlehiyê yên erebî, serdana serokê îstixbarata Misirê Ebas Kamil bo Hertûmê û serdana hempîşeyî wî yê Tirk Hakan Fîdan piştî 2 hefteyan ji serdana Kamil, bi hev ve girê dan ku Kamil metirsiyên Qahîreyê yên têkildarî bandora siyasî, leşkerî û aborî ya Tirkiyeyê li Sûdanê, ragihandin aliyê Sûdanê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku haya Misirê ji pêşketina têkiliyên Sûdan û Tirkiyeyê heye. Dê vê mijarê wisa hêsan derbas neke, nexasim heke Enqere hewl bide bi rêya van têkiliyan xwe bigihîne Deryaya Sor û dîsa senaryoya pêşxistina bendera Sewakin dubare bibe ku Tirkiyeyê bi Hartûmê re di dawiya serdema Omer El Beşîr de îmze kiribû.

Li gorî çavdêran, têkiliyên aram ên di navbera Misir û Tirkiyeyê de nahêle bi awayekî eşkere li hember hev bisekinin. Her du alî di dan û standina dosyayên wiha de baldar in.”

‘LUBNAN: HEVBENDIYA EL WATANÎ EL HUR Û HIZBULLAHÊ HEJIYA; GELO DÊ HILWEŞE?

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El beyan wiha nivisî: “Valahiya serokatiyê li Lubnanê berdewam e. Di çend saetên borî de, nakokiya di navbera aliyên hikumetê de gurtir bû. Nexasim ku îro civîna meclisa wezîran li dar dikeve û Tevgera El Watanî El Hur a bi serokatiya Cubran Pasîl, serokê hikumeta demkî Necîb Mîqatî û gelek aliyên din hene tê de aktîf in.

Çavkaniyan eşkere kir ku nakokî di navbera tevgerê û hevalbenda wê Hizbullahê de heye. Nexasim ku nêrîna wan der barê gelek mijarên hundirîn de, herî dawî lidarxistina civîna Meclisa Wezîran de nakok bûne.

Tevî vê, hîna zû ye ku behsa jihevketina vê hevbendiyê were kirin. Ji ber ku nîşaneyên avakirina hevbendiyeke mîna wê ji bo tevgerê û Hizbullahê tune ne. Lê gotegot hene ku Hizbullah dehf dide Pasîl ku li tevgerên xwe vegere ku êdî ji Hizbullahê re dê qenaetê çêke ku Pasîl nikare cihê serokatiyê dagire. Bi wê re divê rê li pêşiya kesekî din veke. Tevî ku Hizbullah, piştgiriya namzetiya serokê Tevgera El Merdê Silêman Firenciyê dike, lê dixwaze erêkirina Pasîl misoger bike da ku li pêşiya vê vebijêrkê nebe astengî.”

(şx)