​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-1-2023
17 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şehîd deham Eswed Ebid El Xelef ku şervanê QSD`ê ye li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Minbicê ji bo şermezarkirina siyasetên Îranê li dijî mamosteyan, piştgiriya serhildana Rojhilat bikin, xwepêşandanek li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenbûya li Minbicê kuştina jinan bi daxuyaniyekê şermezar dike saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM'ê berxwedana şêniyên Efrînê ya ji 5 salan ve li kantona Şehbayê silav kir û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku dorpêça li ser kantonê û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê bi dawî bikin.

Malbatên şehîdan ên li kampa Serdem diyar kirin ku rêxistinên hiqûqî, mirovî û CPT li hemberî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan rola xwe bi cih nayînin û anîn ziman ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zêdetirî 4 mehan e gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî desthilata dewleta Îranê serî hildaye. Medyaya Rojhilat der barê israra gel de diyar dike ku yekane rê serkeftin e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Rêxistina Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê ji encamên nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hişyarî da û bang li gelê Sûriyeyê kir ku biryarên navneteweyî ku li ser wan têne ferzkirin, red bikin.

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mehmûd Xelo destnîşan kir ku tecrîd û cezayên disîplînê, tu têkiliya wan bi qanûn û mafan re tune ye û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê û teşhîrkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker divê têkoşîn bê mezinkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê dorpêçkirî li Şêxmeqsûdê di malên ku ji ber êrişên çeteyan ên 2016′an hatine wêrankirin de, bermahiyên ku tên şewitandin kom dikin û xwe pê germ dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Dewleta Tirk a dagirker bi destek û fînanseya komeleyên îxwanî, li Efrînê 22 mêtîngehên ku ji sedan yekîneyên mêtîngeriyê pêk tên, ava kirine û malbatên ji herêm û welatên din anîne tê de bi cih kirine.

ANHA