Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hemwextî salvegera 5`an a destpêkirina êrişan li dijî bajêr, meşek li dar xist

Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir
Li Helebê ciwanan dagirkirina Efrînê şermezar kir
17 ÇILE, 2023   19:37
HELEB

Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên saziyan beşdar bûn. Meş ji pêşiya navenda tevgerê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi parka Efrînê ya taxa Eşrefiyê ve dewam kir. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan, alên YPG û YPJ`ê, pankartên "Tolhildan" û "Bi rihê ciwanên fedaî dagirkerî têk bibin Efrîn rizgar bikin” hildan.

Li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan Nadye Yûsif wiha axivî: "Di şexsa şehîdên Berxwedana Serdemê de, em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em tev dizanin ku ez 6 sal in Efrîn hatiye dagirkirin û ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker kantonê û xwezaya wê binpê dike, lê belê Efrîn her di dilê me de ye û em ê dawiya dagirkeriyê bînin."

Nadye Yûsif her wiha teqezî bi berdewamkirina berxwedana gelê Efrînê li Şehba û Şêxmeqsûdê heta rizgarkirina Efrînê kir.

Nadye wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze me qir bike, lê belê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan em dê her û her li hember dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

Meş bi silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(mh)

ANHA