​​​​​​​‘Vekirina deriyê Îmraliyê çareseriya hemû dozên nakok e’

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mehmûd Xelo destnîşan kir ku tecrîd û cezayên disîplînê, tu têkiliya wan bi qanûn û mafan re tune ye û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê û teşhîrkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker divê têkoşîn bê mezinkirin.

​​​​​​​‘Vekirina deriyê Îmraliyê çareseriya hemû dozên nakok e’
17 ÇILE, 2023   23:39
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Ji 23 salan ve tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir dibe. Ji 25`ê Adara 2021`ê ve, hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re bi hinceta cezayên disîplînê hatine qedexekirin.

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan parêzer Mehmûd Xelo got: “Tecrîd û cezayên dîsplînê, siyasî ne û têkiliya wan bi qanûn û mafan re tune ye. Armanca wê ya sereke qutkirina têkiliyan di navbera Serok û gelên herêmê de ye. Ji ber ku şikandina tecrîdê dê hemû pirsgirêkên li herêmê çareser bike. Hevdîtinên di pêvajoya aştiyê de vê yekê piştrast dikin ku rêber Ocalan bi rêya parêznameyên xwe çareserî pêşkêş kir da ku aştî ne tenê li Tirkiyeyê pêk were, her wiha bandorê li siyaseta herêmî û cîhanê bike. Yanî vekirina deriyê Îmraliyê çareseriya hemû pirsgirêkan e.”

Xelo diyar kir ku rewş çi dibe bila bibe, mafê girtiyan heye ku malbat û parêzerên xwe bibînin û got: "Dewleta Tirk vî mafî nade rêber Abdullah Ocalan. Bi vê jî mafên mirovan û mafên girtiyan binpê dike.”

ʹJI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ DIVÊ TÊKOŞÎN WERE GEŞKIRINʹ

Der barê helwesta rêxistinên hiqûqî û CPT’yê de jî Xelo got: “Ruxmî ku bi sedan rapor hene ku hebûna pergala îşkenceyê li Îmraliyê piştrast dikin, lê ev têrê nake û ne kêrhatî ye. Ji ber wê divê rêxistinên hiqûqî, bi taybet CPT, erka xwe bînin cih û rewşa li Îmraliyê bişopînin, fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike. Ji ber ku Ocalan kesayeteke neteweyî ye û bandor li siyasetên navneteweyî û herêmî dike, nexasim di vê pêvajoya hesas de ku herêm tê re derbas dibe.”

Endamê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mehmûd Xelo di dawiyê de bal kişand ser girîngiya têkoşînê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê û got: “Em ê dengê xwe bigihînin hemû saziyan û rêxistinên têkildarî mafên mirovan û girtiyan da ku rê li pêşiya vî sûcî bigirin û tecrîdê bişikînin.”

(şx)

ANHA