Akar ê bedena xwe da ber agir: Bila çalakiya min bibe wesîleya azadiya rêber Apo

Mehmet Akar duh êvarê li Amedê li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Akar di nameya xwe de got "Agirê ku bedena min şewitand bila Îmraliyê ronî bike. Hêviya min ew e ku ev çalakî bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya rêber Apo."

Akar ê bedena xwe da ber agir: Bila çalakiya min bibe wesîleya azadiya rêber Apo
17 ÇILE, 2023   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê li Birca Keçikan a li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî xwe şewitandibû. Hat zanîn ku ew ciwanê xwe şewitandiye, Mehmet Akar ê 25 salî ye û ew lawê Hacîre Akar e ku di sala 2019’an de ku çûbû ber avahiya HDP’ê û bi îdiaya “lawê wê revandine çiyê” dest bi rûniştinê kiribû.

Mehmet Akar jî gotibû ku malbata wî bi darê zorê wî dide zewicandin û xwe li Amedê veşartibû. Piştî çend rojan Akar hatibû cem diya xwe û diya wî rûniştina xwe bi dawî kiribû. Akar piştre hatibû zewicandin.

Piştî Akar xwe şewitand gelek tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê Akar rakir Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat diyarkirin ku tedawiya Akar didome û di pileya duyemîn de şewitî ye û hat ragihandin rewşa wî giran e. Malbata Akar li ber nexweşxaneyê rawestiyaye û polîsan li ber nexweşxaneyê û wê unîteya şewatê tedbîr girtine û dorpêç kirine.

NAMEYA AKAR

Derket holê ku Akar li pey xwe nameyek jî hiştiye. Akar di nameya xwe de diyar kiriye ku wî li dijî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan vê çalakiyê li dar dixe. Akar nameya xwe bi kurmancî nivîsandiye û wiha dibêje: "Silav hevalino. Ez dixwazim çalakiya heval Bubo silav bikim. Ji rêber Apo agahî nayê girtin. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Bêyî ku tu hincetan nîşanî serlêdanan bikin, hevdîtin tê redkirin. Êdî em ji rewşa tenduristiya rêber Apo bi fikar in.

Ez jî li dijî vê yekê saet di 21.21'an de li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya rêber Apo.

Bijî Serok Apo, bijî Serok Apo, bijî Serok Apo."