Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike

Tevî zext û êrişan serhildana gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber berdewam dike.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike
17 ÇILE, 2023   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya dijî desthilata Îranê 4 meh li pey xwe hiştin. Duh li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan kes merasîma çileya Humen Ebdullah hate lidarxistin. Di merasîmê de dirûşma ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn. Kesên tevlî merasîmê bûn sirûdên nîştimanî gotin.

Di dema merasîmê de hêzên dewleta Îranê bi droneyan çavdêrî kirin û ji bo tirsandinê xelkê şopandin.

Gel duh li bajarên Turbet Cam û Taybadî ya ser bi parêzgeha Xurasanê li dijî nebûna sotemeniyê çalakiyên berfireh li dar xistin. Ji bo dewlet rê li çalakiyan bigrin hêzek mezin veguhest her du bajaran.

Duh bi armanca piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Îranê, bi hezaran kes li ber derê parlamentoya Ewropa ya li Fransayê kom bûn û nerazîbûna xwe anî ziman. Parlamentera Belçîkayê Derya Sefayî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew ji bo Supayê Pasdaran weke çavkaniya terorê binasin, kar dikin. Çalakvanan xwest welatên Ewropayê bayozxaneyên Îranê bigrin.

Şaredariya Parîsê jî piştgirî da xwepêşandanên li Îran û Rojhilat. Şaredariya Parîsê bi Fransî slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi Îngilîzî slogana ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ li ser Kûleya Eyfelê nîşan da. Hate diyarkirin wê slogan 2 rojan li ser kûleyê bimînin