Artêşa Tirk dîsa çekên kîmyewî bi kar anîn

HPGʹê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker deverên li Çemço û Sîdayê 21 caran bi çekên kîmyewî û 2 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombebaran kirine.

Artêşa Tirk dîsa çekên kîmyewî bi kar anîn
17 ÇILE, 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

16'ê Çileyê saet di 11:40'î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bitevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Çileyê saet di 15:40'î de li nêzî gundê Sîda yê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

16'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço yên nehiya Şêladizê ya Amediyê ji serê sibehê heta êvarê 21 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

16'ê Çileyê saet di 14:40 û 15:00 de li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

16'ê Çileyê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

16 û 17'ê Çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."