Parlamenterekî YNKʹê: Dewleta Tirk da ku nakokiyan bixe nava Kurdan PDK kiriye dostê xwe

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Balambo Mihemed der barê ‘Peymana Şengalê’ de got “Divê Iraq rê nede tu welatên cîran destwerdanê li karên navxweyî yên welat bikin. Xwerêvebirin mafê êzidiyan bi xwe ye, divê bi destûrê were mîsogerkirin.”

Parlamenterekî YNKʹê: Dewleta Tirk da ku nakokiyan bixe nava Kurdan PDK kiriye dostê xwe
17 ÇILE, 2023   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de PDK û serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî ‘Peymana Şengalê’ ya li dijî Şengalê îmze kirîbû. Herî dawî serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya li Bexdayê de, daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kirîbû ku ‘Peymana Şengalê’ ya li dijî êzidiyan pêk bîne.

Parlamenterê Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê Balambo Mihemed der barê pêkanîna lihevkirina navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, ji Rojnewsê re axivî.

Balambo Mihemed di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Şengal mînakek biçûk a pirsgirêkên Iraqê ye û wiha got: “Di heman demê de Iraq bûye meydana pevçûnê ya navdewletî û herêmî. Ev yek jî dibe sedem ku dewletên cîran bi hevesek hewldidin, ji Iraqê li gorî berjewendiyên xwe para xwe bigirin. Ev di demekê de ye ku Iraq serweriya xwe winda kiriye. Xelkê êzidî di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hatin kuştin. Xwerêvebirin mafê Êzidiyan wan bi xwe yê sereke ku bi xwe li ser çarenûsa xwe biryaran bidin.”

Balambo Mihemed der barê lihevkirina navbera Bexda û Hewlêrê de wiha anî ziman: “Tirkiye aliyê sereke yê vê lihevkirinê ye. Tirkiye hebûna PKK’ê ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê, wek hincet bi kar tîne. Her wiha dewleta Tirk ji bo zererê bide Herêma Kurdistanê û nakokî bixe nava aliyên Kurd, PDK’ê kiriye dostê xwe. Ji bo gelê Kurd nebin yek û mafên xwe bi dest nexin. Divê PDK bizane ku Tirkiye jê heznake, dibe ji bo armancên xwe bikarbîne. Her roja ku karê wî pê nema, bê guman ew tiştên ku ji bo wî kirî wê ji çav derbixîne. Ji ber wê ji bo Şengalê hem PDK hem jî hikûmeta navendî li ser Şengalê hişyar bin. Bi taybet ku hikûmeta Iraqê divê destwerdana li navxweyiya Iraqê tê kirin, qebûl neke. Divê Iraq xwedî biryar be û serweriya xwe biparêze. Divê nehêle ti dewletek cîran li ser pirsgirêkên neteweyî û siyasî, lihevkirin û planan li ser bike.”

Balambo Mihemed di dewama axaftina xwe de qala destwerdanên Tirkiyeyê yên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê kir û wiha pê de çû: “Her çi destwerdana dewleta Tirk li ser herêma Kurdistanê û Iraqê dike, ne di berjewendiyên Kurdan de ne jî di berjewendiyên Ereban de ye. Ez daxwaz ji PDK’ê dikim ku qasî ku di bin zextên Tirkiyeyê de li gel Iraqê di rûnin, heman ewayî li gel aliyên Kurd jî bi rûnin. Mafê Êzîdiyane ku rêyek a çareseriyê ji xwe re bibînin.”

Balambo Mihemed herî dawî diyar kir ku li Iraqê destûra ku hemû pêkhateyan digire nava xwe heye, ji bo wê divê Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi destûrî were mîsogerkirin