Wezîrê karên derve yê Îranê îro diçe Tirkiyeyê

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan îro diçe Tirkiyeyê. Ebdullahiyan dê bi rayedarên dewleta Tirk re mijarên girêdayî Sûriyeyê û nêzîkbûna hikumeta Şam û Enqereyê gotûbêj bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê îro diçe Tirkiyeyê
17 ÇILE, 2023   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan îro diçe Tirkiyeyê. Tê gotin ku dê rewşa Sûriyeyê û diyalogên dawîn ên di navbera wezîrên parastinê yên Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê de werin gotûbêjkirin.

Çavkaniyan ji Tora El Arabiya re got serdana Ebdullahiyan berdewama serdana li Şamê û hevdîtinên wî yên bi Beşar El Esed û wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re ye.

Serdana Ebdullahiyan a ji bo Enqereyê, beriya serdana hempîşeyê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ya ji bo Washingtonê pêk tê. Çavuşoglu di serdanê de dê rêveçûna nêzîkbûna Şam û Enqereyê bi berpirsên Amerîkayê re parve bike ku Amerîka vê nêzîkbûnê red dike.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad roja şemiyê gotibû ji bo ku nêzîkbûn çêbe, ji Tirkiyeyê tê xwestin ku hebûna xwe ya leşkerî li welat bi dawî bike.

El Miqdad di hevdîtina li Şamê ya li gel hempîşeyê xwe yê Îranê de gotibû: "Bêyî bidawîkirina dagirkeriyê, nabe behsa vegerandina têkiliyan were kirin."

Çapemeniya Îranê jî ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê got: "Îro li gorî plansaziyê divê ez li Moskov û Enqereyê bim, lê ji ber pêşketinên herêmî çûyîna Moskovê dê hinekî were derengxistin."