​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiye şîrê zarokan nema

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber dorpêça hêzên hikumeta Şamê şîrê zarokan nemaye.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiye şîrê zarokan nema
17 ÇILE, 2023   08:09
HELEB

Ji 2020`an ve hikumeta Şamê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirine, lê ji Tebaxa 2022`yan ve girantir kiriye û bandor li hemû beşên civakê kir.

Ji ber dorpêçê şîrê zarokan li her du taxan nemaye nexasim piştî ku şîrê di depoyên Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûdê de nema.

Şêniyên Şêxmeqsûdê ji nûçegihanê me re got ew diçin ji herêmên hikumeta Şamê şîrê zarokan dikirin an jî bi rêya kesên li wî alî dimînin, peyda dikin. Lê ew jî gelekî biha ye û gelek caran nikarin wê jî bikirin.

(şx)

ANHA