Fermandarê Dîfa Watanî hat kuştin

Li bajarê Telbîsê yê li bakurê Humsê kesên nenas erebeya fermandarê ‘Dîfa Watanî’ kir hedef û ew kuşt.

Fermandarê Dîfa Watanî hat kuştin
16 ÇILE, 2023   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê “Dîfa Watanî” Ramî Rehal li bajarê Telbîsê yê li bakurê Humsê di êrişa kesên nenas a li dijî erebeya wî de, hat kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Rehal li ser rêya li hember rêya sereke ya Hums-Hemayê di encama teqandina mayînekê bi erebeya wî de, hat kuştin.

Heta niha tu aliyan êriş negirtiye ser xwe.

Ramî Rehal yek ji kesayetên payebilind ên girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê bû û bi dehan ciwan radestî şaxên ewlehiyê kirine.

Ramî Rehal kurê serokê Meclisa Telbîsê Ehmed Rehal e ku di Cotmeha borî de hatibû kuştin.

(cx)