​​​​​​​HPG: Dagirkeran 11 caran qadên berxwedanê bi çekên kîmyewî bombe kirin

HPGʹê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî çeperên berxwedanê yên Çemçoyê û 2 caran jî bi çekên qedexe êrişî çeperên li Sîdayê kirin.

​​​​​​​HPG: Dagirkeran 11 caran qadên berxwedanê bi çekên kîmyewî bombe kirin
16 ÇILE, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşên hatine kirin, ev daxuyanî da:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 15’ê Çileyê saet di 19:30’an de li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê tîmên me yên gerok bi çekên giran ji du aliyan ve li dagirkeran dan.

Di 15’ê Çileyê saet 15:40’î de li nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 15’ê Çile de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyeyê ji saetên sibehê heta êvarê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 15’ê Çileyê saet 14:30 û 15:30’an de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda yê navçeya Şêladize ya Amêdiyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 15’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.ʹʹ