Eniya Tîgrayê çekên xwe radestî hikumetê dike, gelo şer li Etiyopyayê bi dawî bû yan na?

Li Etiyopyayê ji destpêka pêkanîna “lihevkirina aştiyê” ya di navbera hikumeta navendî û Eniya Tigrayê de û piştî ku Eniya Tîgrayê çekên xwe radest dike, pêşketinên nû çêdibin. Li gorî çavdêran, ev gav baş e lê ne bidawîbûna şer e, nexasim aloziyên ji ber wê pirsgirêkê dest pê kirine, dewam dikin.

Eniya Tîgrayê çekên xwe radestî hikumetê dike, gelo şer li Etiyopyayê bi dawî bû yan na?
16 ÇILE, 2023   06:54
QAHÎRE - MUHSIN EL MESIRÎ

Eniya Tîgrayê çarşema borî ragihand ku ew çekên xwe yên giran li gorî bendên lihevkirina aştiyê radest dike ku li Afrîkaya Başûr bi hikumeta Etiyopyayê re di Mijdara borî de îmze kiriye.

Berdevkê eniyê Gîtaşo Rida hêvî kir ku lihevkirin bi lez pêk were, her wiha behsa vegera desthilata federal a li Tîgrayê û ji nû ve vegerandina têkiliyan bi derve re kir.

Li gorî lihevkirina li paytexta Afrîkaya Başûr Pretoryayê, divê “serhildêr” çekan deynin, desthilata federal vegere Tîgrayê û ji nû ve peywendiyan vegerin.

Li gorî çavdêran, aloziya li Etiyopyayê ne tenê nakokiya di navbera hikumetê û Eniya Tîgrayê de ye, lê belê nakokiyên din ên mezin hene.

NAKOKIYÊN DIN

Li gorî analîzvanê etiyopyayî Enwer Îbrahîm, radestkirina çekên giran ji aliyê Eniya Tîgrayê ve gelek deng veda, nexasim ku beriya wê gelek gav hatin avêtin; mîna vegerandina gelek xebatên xizmetguzariyê wek înternet û vekirina bankan.

Îbrahîm wiha axivî: “Ez texmîn dikim ku radestkirina çekan bi awayekî erênî bandorê li pêvajoyên pêkanîna lihevkirina aştiyê kir. Nexasim ku piştî wê hêzên Emhera ji rojavayê Tîgrayê derketin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku niha dora hikumeta Etiyopyayê ye, divê gavên nû biavêje da ku vê baweriyê bi Eniya Tîgrayê re xurttir bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê hikumet, xebatên xizmetguzariyê yên din wek vegerandina tevgera veguhastinê, bazirganî û derbaskirina kel û pelan li herêmê pêk bîne, her wiha divê hesab ji karmendên hikumetê yên ku destê wan di binpêkirinên dema şer de heye, bipirse û artêşa Erîtreyê neçar bike ku ji Tîgrayê derkeve ku astengiya herî mezin li pêşiya pêkanîna bendên din ên lihevkirinê derdikeve.”

Îbrahîm destnîşan kir ku nakokî li herêma Oromoye ya rojavayê welêt hene û got: “Dem bi dem nakokî di navbera El Efer û Somalyayê de derdikevin ku yek ji neteweyên koçer in û li seranserî welêt belav in. Ji ber av û çêregehê gelek caran bi hev dikevin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku di navbera Emhera û Oromoyê de nakokî li ser girêdana bi bajarê Edîs Ababayê ve heye ku li derdora Oromoyê ye û got li aliyekî din neteweya Amhara dibêje ew paytexta wan a neteweyî ya serbixwe ye.

Têkildarî îhtîmale ku ev nakokî bibe sedema şerekî din, Enwer Îbrahîm got: “Îhtîmal heye ku nakokiyek di navbera Amhara û Oromoyê de derkeve, ruxmî ku niha di desthilatê de şirîk in û nakokiyên di navbera hikumeta Abî Ehmed û pergala desthilata wî de ne aram in.”

GAVEK LÊ…

Pisporê kar û barên Afrîkayê Ramî Zuhdî jî destnîşan kir ku radestkirina çekên xwe yên giran ji aliyê çekdarên Eniya Tîgrayê ve li gorî “lihevkirina aştiyê” ya ku wan bi Edîs Ababayê re ji bo rawestandina şer li herêmê pêk anîbû, gaveke erênî ber bi pêkanîna aştî û aramiya herêmê ve ye.

Zuhdî ji ajansa me re wiha axivî: “Em hêvîdar in ku krîza welatiyên herêma Tîgrayê zû çareser bibe, nexasim ku karên xizmetguzariyê bi paş ketin, dibistan û zanîngeh hatin rawestandin û nexweşî belav bûn û rewş bi giştî xerabtir bû.”

Zuhdî diyar kir ku gelê Etiyopyayê li benda bersiveke cidî ya hikumeta navendî li hember vê gavê ye, bi taybetî li hember vegerandina pergala federalî li Tîgray û çalakkirina rola saziyên dewletê û ji nû ve girêdana herêmê bi derve ve û wiha domand: “Di encama wê îzolekirinê de gelê herêma Tîgray bi gelek zehmetî û paşguhkirina siyasî, aborî û civakî re rû bi rû ma. Pêwîst e hêzên biyanî ji Etiyopyayê derkevin nexasim hikumeta Esmera ku hebûna wê ji bo gelê Etiyopya û Tîgray êdî nayê qebûlkirin.”

Zuhdî her wiha destnîşan kir ku radestkirina çekan nayê wateya dawiya şer, lê belê bê guman ew gavek e ber bi dawiya şer ve.

Di dawiya axaftina xwe de Zuhdî got: "Ji bilî pêkanîna edaleta civakî û yekkirina gelê Etiyopyayê tu çareserî ji vê krîzê re nîn e. Beyî vîneke rastîn ji bo pêkanîn aştiyê ji hemû aliyên nakok ve berdewamkirina aştiyê û geşedana aborî li herêmê misoger nabe."

(mh-şx)

ANHA