Civîna salê ya Daîreya Têkiliyên Derve bi encamnameyekê bi dawî bû

Daîreya Têkiliyên Derve encama civîna xwe ya salê eşkere kir ku ji bo nîqaşkirina rewşa dîplomasiyê ya saziyên Rêveberiya Xweser a 2022`yan duh lidar xistibû.

Civîna salê ya Daîreya Têkiliyên Derve bi encamnameyekê bi dawî bû
15 ÇILE, 2023   18:56
HESEKÊ

Nûnerên Rêveberiya Xweser ên derve, hevserokatiya Meclisa Rêveber, nûnerên Desteya Tenduristiyê, Perwerde, Şaredariyan, Çand û Zanîngehan tev li civînê bûn.

Di civînê de rewşa siyasî pêşketinên siyasî li ser qada cîhanê, herêmî û bandorên wê li ser aloziya Sûriyê nirxandin.

Her wiha di civînê de beşdaran rewşa qada dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser a sala borî, nîqaş kir, kêmasî û mekanîzmeyên ku negihştin asta pêwîst nirxand. Li ser wan nîqaş û nirxandinan, plnasazî ji bo dema nû hate dayîn.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd axivî û behsa girîngiya kar û xebatên dîplomatîk a stratejîk di pêvajoya bê de kir û got: “Divê kar û xebatên di vî warî de li gorî pêketinên ku rû didin, werin bi pêş xistin. Erkên xwe yên dîrokî pêk bînin, destkeftiyên ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, werin parastina. Her wiha projeya Rêveberiya Xweser were xurtkirin û bibe vîneke siyasî ya pratîk ji bo hemû pêkhateyên herêmê û di qadên navneteweyî û herêmî de bibe muxetebê rewa yê wan. Bibe çareseriyeke nîştimanî ya sûrî ku li ser pêşeroja herêmê û Sûriyê bê avakirin. Divê bi rêya pêkanîna xebatan û şopandinê, kêmasî û astengiyên derkevin werin derbaskirin.”

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû ku wiha ye:

1-Pêşxistina kar û xebatên dîplomasî li gorî “rêgeza şerê gel ê şoşregerî ekra hemû sazî û rêxistinan e”, li ser wê plansazî were dayîn. Bi rihê seferberiyê û li gorî rewşa îstîsna ku herêm tê re derbas dibe, destkeftiyan biparêzin.

20-Pêşxistina dîplomasiya civakî wek ereke stratejîk û meşandina kar li gorî wê da ku dozên çarenûsî bibin dozên raya giştî û raya giştî bi doza xwe ya adil agahdar bikin.

3-Ji bo parastina şoreşa 19`ê Tîrmehê û qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û êrişên wê, pêkanîna serkeftinê, bi giiyanê serferberiyê têkiliyên dîplomasî yên heyî bi kar bînin û raya giştî li welatên Rojhilata Nvîn, rojava agahdar bikin.

4-Pêşxistina têkilî û hevbendiyan bi hêzên demokratîk re bi taybetî yên dewletên Ereb û Rojhilata Navîn û xurtkirina têkiliyan bi gelên herêmê re.

5-Meşandina kar û xebatan ji bo damezirandina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê. Di çarçoveya têkoşîna li dijî teror û DAIŞ`ê de, divê hemû berpisyariyên xwe li ser asên siyasî, aborî, mirovî û fikrî pêk bînin. Navneteweyîkirina doza DAIŞ’ê ku divê der barê vê mijarê her kes xwedî li erkên xwe derkeve û di warê siyasî, aborî, mirovî û fikrî xebatên li dijî DAIŞ û terorê pêş bixin.

6-Di çarçoveya piştgiriya hewldanên sepandina istiqrarê li herêmê kar û xebatan ji bo wergirtina destekeke bêtir, were meşandin.

7-Birêxistinkirina kar û xebatên hiqûqî li ser asta navneteweyî ji bo darizandin û cezakirina sûcdarên sûcên mirovî li dijî gelê me yê li deverên dagirkirî û yên ku li pişta êrişên ku li dijî gelê me yê li herêmên ewle pêk tên, sekinîne.

8-Pêşxistina diyaloga Sûrî-Sûrî û pejirandina wê wek çareseriya siyasî ya herî baş.

Di dawiya civînê de beşdaran teqezî bi pêşxistina xebatan û pêkanîna hêvî û armancên demokratîk ên gel li ser bingeha hevbeşiya niştîmanî ya Sûrî hat kirin.

 (mh-şx)

ANHA