'Bi êrişên qirkirinê dixwazin Kurdistanê bê Kurd bihêlin'

Malbatên şehîd û gerîlayên HPG`ê yên ji Qamişlo êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên dijî çiyayên Kurdistanê û helwesta PDK`ê şermezar kirin û wekî neheqiya li gelê Kurd bi nav kirin.

'Bi êrişên qirkirinê dixwazin Kurdistanê bê Kurd bihêlin'
16 ÇILE, 2023   03:40
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Têkildarî êrişên kîmyewî yên dewleta a dagirker ên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û helwesta PDK`ê ku rê nade rêxistin û saziyên hiqûqî biçin herêmê û lêkolîn bikin, malbata gerîlayekî ku di sala 2005`an de bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûye û dayika gerîlayekî HPG`ê ji ajansa me re axivîn.

Li gorî wesîqeya şehadetê, gerîlayê HPG`ê Hesen Osman (Berces) di 14`ê Tîrmeha 2005`an de li herêma Hekarî ya girêdayî Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû.

Jinbava şehîd Berces, Rifa Xelo sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê şermezar kirin.

Rifa hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên li dijî gerîla de şermezar kir û diyar kir ku tu ferqa PDK`ê ji dewleta Tirk nîn e û wiha dom kir: “Bi êrişan dixwazin Kurdistanê bê Kurd bihêlin. PDK neheqiyê li gelê Kurd dike.”

Dayika gerîlayê HPG`ê Raman Heyder (Raman Qamişlo), Menîce Heyder jî piştevaniya xwe ji bo berxwedana gerîla nîşan da û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li hember gerîlayên HPG/ YJA-Starê siyasetek qirêj dimeşîne.

Menîce bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li hember gerîla û got: “Bêdengiya wan şermeke mezin e û nayê qebûlkirin.”

Menîce bal kişand ku gerîlayên HPG/YJA-Starê rûmet û mirovahiyê diparêzin û got: “Gerîlayên azadiyê bi fikr û felsefeya Rêber Apo têdikoşin û bi îradeya xwe bersivek mezin didin dijmin û nahêlin ku dijmin bigihêje armancên xwe.”

Dayika gerîlayên HPG`ê hevkariya PDK`ê ya di êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla de wekî Îxanetê bi nav kir û anî ziman ku gerîla bi berxwedana xwe rûmeta Başûrê Kurdistanê parast.

Dayikan piştevaniya xwe bi berxwedana gerîlayên HPG/YJA-Starê re nîşan da.

ANHA