Meclisa Civaka ya Ermenî: Tecrîd înkarkirina hebûna gelên Kurdistanê ye

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya Kantona Hesekê Losîn Erdemiyan tecrîdî wekî  înkarkirina hebûna gelên Kurdistanê nirxand û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan banga geşkirina têkoşînê kir.

Meclisa Civaka ya Ermenî: Tecrîd înkarkirina hebûna gelên Kurdistanê ye
16 ÇILE, 2023   00:41
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne û bi hincetên "Cezayê dîsîplînê" qedexeya hevdîtinê 3 mehên din dirêj kir.

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya Kantona Hesekê Losîn Erdemiyan, tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û polîtîkayên dermirovî yên li dijî wî şermezar kir.

Losîn Erdemiyan anî ziman ku tecrîd û redkirina daxwazên parêzer û malbatê nîşaneya redkirin û înkarkirina hebûna gelên Kurdistanê bi giştî û bi taybet gelê Kurd e û got, armanca dewleta Tirk ji girankirina tecrîdkirina Rêber Ocalan, şikenandina îradeya gelên Kurdistanê ye.

Losîn Erdemiyan bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyan a Ewropayê (CPT) rexne kir û anî ziman ku ev bêdengî nîşan dide ku CPTʹyê polîtîkayên Tirkiyeyê dipejirîne.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku CPTyê di Îlona 2022ʹyan de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû, lê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan di 29`ê Mijdara heman salê de ragihand, li gorî agahiyên ku ketine destê wan, komîte di van serdanan de hevdîtin bi Rêber Ocalan re nekiriye.

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya Kantona Hesekê Losîn Erdemiyan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên Kurdistanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan were mîsogerkirin, li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker rabin ser piyan û çalakiyên xwe yên şermezarkirina tecrîdê bidomînin.

(zh/bb)

ANHA