Li zanîngehên hikumeta Şamê gendelî

Li zanîgehên girêdayê hikumeta Şamê gendelî belav e. Xwendekar ji bo ku bi ser bikevin, bertîlan didin berpirsên zanîngehan.

Li zanîngehên hikumeta Şamê gendelî
16 ÇILE, 2023   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarên li Zanîngeha Furatê ya bajarê Hesekêya girêdayê hikumeta Şamê di hemû aliyan rastî mûameleyeke xirab ji aliyê kadroyên perwerde û rêveberiyê tê. Ji ber vê yekê xwendekar neçar dimînin ku bertîlan bidin da ku bi ser bikevin.

NÊZÎKATÎ Û GOTINÊN XIRAB ÊN KADROYÊN PERWERDEYÊ

(F.X) xwendekareke li Zanîngehê Furatê dixwîne, ji tirsa ku ji temamkirina perwerdeyê bê dûrxistin, nexwest navê xwe eşkere bike. (F.X) got: "Em mayîna li malê di ser dewama li fakulteyê re digirin, ji ber ku li zanîngehê nêzîkatiyên xirab li dijî me dikin û li şûna perwerdeyeke baş û rêzdarî hebe, gotin û nêzîkatiyên xirab ji aliyê kadroyên perwerdeyê ve têne kirin."

(F.X) nêzîkatiyeke li fakulteyê  ku li hemberî wê hat kirin bi "Ne mirovî" bi nav kir û got: " Ruxmî ku min baş xwendibû û pirsên ezmûnê ji bo min hêsan bû, pilaya min a di madeyekê de ne baş, ji ber vê yekê min xwest îtîrazê bikin. Lê li şûna ku îtîrazê qebûl bikin, min xistin rewşeke şermînî. Berpirsê fakulteyê bi rêbazekî nelayîq xwest ku li ber deriyê nivîsgeha wî bisekinim heta ku karê xwe biqedîn."

ʹYÊN KU PEREYAN BIDE PILEYA BILIND QEZENC DIKEʹ

Yek ji diyardeyên ku li Zanîngeha Furatê belav bûye û gelek xwendekar ji ber wê bi gazinc in, kirîna madeyan bi miqdarên mezin ên pereyan e. (F. X) ev yek piştrat kir û got: "Piraniya madeyan tên firotin. Eger xwendekar pereyan nede bi ser nakeve. Helbet buhayê kirînê jî bilind e ne li gorî hêza piraniya xwendekaran e. Pir xwendekar ji ber vê rewşê zehmetiyan dikişînin."

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA XWENDEKARAN

(F.X) behsa zehmetiyên ku di qeydkirina li fakulteyê de dikişînin û anî ziman ku bi saetên dirêj li bende dimînin heta ku navê xwe qeyd bikin û yên ku nas an jî pişta wan hebin, dikarin bi hêsanî xwe tomar bikin.

Xwendekarên li zanîngehên hikumeta Şamê dixwînin, di gelek aliyan de zehmetiyan dikişînin. Li herêmên hikumeta Şamê cihê rûniştinê ji bo xwendekaran tune ye, heger peyda bibe jî buhayê wê bilind e û hêza xwendekaran tune ye ku vî buhayê bibin. Heman demê di zivistanî de sotemenî tune ye. Ji ber vê yekê xwendekar berî didin Zanîngeha Firatê ya Rêveberiya Xweser.

Ajansa me di raporekê berê de, belgeyên îsbat dikin ku berpirsên Zanîngeha Furatê bi pêşeroja 30 hezar xwendekarî dilîzin, derxistin holê. Li gorî van belgeyan berprisên Zanîngeha Furatê du vebijêrkan dantînin pêşiya xwendekaran; an ku tev li xwepêşandanên li dijî Rêveberiya Xweser û QSDʹê bibin an jî wê ji bo fakulteyên li Dêrazorê werin veguhestin.

(bb)

ANHA