​​​​​​​′Çiqas dorpêç giran be, em ê berxwedanê bidomînin′

Koçberên li kampa Serdem a kantona Şehbayê da zanîn ku ew ê li hember dorpêça giran li ber xwe bidin ku hikumeta Şamê ji 5 salan ve li ser kantona ferz dike.

​​​​​​​′Çiqas dorpêç giran be, em ê berxwedanê bidomînin′
15 ÇILE, 2023   23:37
ŞEHBA-XALID HESEN

Hikumeta Şamê li dijî kantona Şehbayê, bi taybet koçberên Efrînê yên li kamp û malên berwêrankirî bi cih bûne dorpêçeke giran ferz dike. Nahêle madeyên bingehîn wek sotemenî, xurdemîn û derman derbasî herêmê be. Hemwextî wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li dijî kantona dewam dikin.

Der barê mijarê de koçberê bi navê Cuma Wilo wiha got: "Em astengiyên mezin dikişînin. Serma zêde ye û hikumeta Şamê jî nahêle sotemenî derbasî herêmê be û dorpêçeke giran li ser ferz kiriye, bi taybet li ser kampan."

Wilo wiha domand: "Li Şehbayê 5 kampên koçberên Efrînê hene. Ew koçber digel tunebûna madeyên bingehîn di rewşên dijwar de dijîn. Li kêlek wê jî ji ber nebûna rêbazên germkirinê zarok ji xwendinê bê par in."

Cuma Wilo wiha dawî li gotina xwe anî: "Çiqas dorpêçê giran bikin, em dê berxwedana xwe bidomînin."

Li aliyekî din jî koçbera bi navê Fîdan Mihemed jî wiha got: "Em di kampan de ji hêmanên hêsan ên jiyanê mîna xurdemenî, derman û sotemeniyê mehrûm in û rewşa me pir zehmet e. Ji ber ku hikumeta Şamê dorpêçeke giran li dijî me ferz kiriye."

Fîdan di dawiyê de wiha got: "Em ji 5 salan ve li hember van astengiyan li ber xwe didin û em ê li hember vê dorpêça giran jî li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA