​​​​​​​Li Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê tê avakirin

Ji bo gihandina avê ji gundên bakurê Tebqayê re û sivikirina zextê li ser stasyonên Siwêdiyê û Ceiber, Yekîneya Avê ya Tebqayê stasyonek ava vexwarinê û xeteke sereke ya avê bi dirêjahiya 3 kîlometreyan ava dike.

​​​​​​​Li Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê tê avakirin
​​​​​​​Li Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê tê avakirin
​​​​​​​Li Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê tê avakirin
​​​​​​​Li Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê tê avakirin
​​​​​​​Li Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê tê avakirin
​​​​​​​Li Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê tê avakirin
15 ÇILE, 2023   13:05
TEBQA

Di çarçoveya hewldanên pêşxistina binesaziyê û başkirina rewşa xizmetguzariyê li herêmê, Yekîneya Avê ya Tebqayê stasyonek nû ya ava vexwarinê ava dike ku wê xizmetî 5 gundên bakurê Tebqayê bike.

Werşeyên girêdayî Yekîneya Avê ya Tebqayê dest bi xebatên avakirina stasyona dayîna avê û dirêjkirina xetek ava vexwarinê ji kenala avdanê ya çemê Belîx ji başûrê bendava Firatê heta gundê Siwêdiyê yê biçûk yê li bakur.

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd Şêx da zanîn ku armanca projeyê kêmkirina zextê li ser stasyonên Ceiber û Siwêdiyê ye û destnîşan kir ku wê ava vexwarinê bidin nêzî 5 hezar şêniyên ji bajaroka Siwêdiyê û gundên wê (Siwêdiya Biçûk, El Bo Xemîs, El Bocî, Mezreya El Wefa -Tenoze).

Şêx diyar kir ku xeta sereke ya avê ya ji kenala avdanê ya Belîx û heta gundê Siwêdiyê biçûk 3 kîlometre ye.

Tê payîn ku herî dereng stasyon di meh û nîvekê de bikeve xizmetê.

(fr/cx)

ANHA