Li Kobanê êrişên kîmyewî yên dijî gerîla hatin şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gerîla şermezar kirin û ji bo darizandina sûcdaran banga avakirina komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî kir.

Li Kobanê êrişên kîmyewî yên dijî gerîla hatin şermezarkirin
15 ÇILE, 2023   12:46
KOBANÊ

Meclisa Malbetên Şehîdan a herêma Firatê têkildarî mijarê li pêşiya Dîwana Edaleta Civakî ya li Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku hejmarek hiqûqnas tevlê bûn, ji aliyê parêzer Îsmet Ehmed ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 2022`yan de û heta niha li gelek herêmên Kurdistanê li dijî welatî û şervanên ku gelên herêmê diparêzin, çekên qedexekirî bi kar tîne û aliyên navneteweyî li hember van êrişan bêdeng in. Ev yek binpêkirina hemû qanûnên mirovî û pîvanên navneteweyî ye."

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û hemû rêxistinên ku banga parastina mafên mirovan dikin, hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û mirovî bînin cih, ji bo darizandina sûcdaran komîteyek lêpirsînê ya navneteweyî ava bikin.”

(zh,cx)

ANHA