Êrişên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk li Hesekê hatin şermezarkirin
14 ÇILE, 2023   13:48
HESEKÊ

Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya bajarê Hesekê dest pê kir. Ciwanan alên Partiya Sûriya Pêşerojê, pankartên bi nivîsên "Bi rihê şehîdên xwe û şehîdên Parîsê em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin, destkeftiyên xwe biparêzin, Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin" û "Bi rihê têkoşîna Sara û Evînan em ê azadiya jinan mîsoger bikin" hildan û bê navber dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana QSDʹê berz kirin.

Meş li ber avahiya Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a bajarê Hesekê veguherî mîtîngê. Berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fereh Salim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirekr bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyên herêmê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Fereh El Salim anî ziman ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, di nava bêdengiya navneteweyî de sûcên şer li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em weke Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê helwesta xwe û kombûna xwe li derdora QSD`ê tekez dikin û  bi hemû hêza xwe amade ne destkeftiyên gelê xwe yên ku bi saya xwîna pak a şehîdan bi dest xistine gelê xwe biparêzin."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

ANHA