Baroya Colemêrgê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Baroya Colemêrgê ji bo ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan parêzer karibin biçin hevdîtinê, serî li Wezareta Edaletê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê da.

Baroya Colemêrgê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
14 ÇILE, 2023   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Baroya Colemêrgê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tipa F’yê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin, ket tevgerê. Baroyê ji bo ku parêzerên Rêber Ocalan bikaribin pê re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da.

Baroyê di daxwaznameya serlêdanê de diyar kir ku 7 endamên ên di heman demê de endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ne, daxwaz kirine ku ji bo tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi dawî bibe serî li TTB’ê û Wezaretê Edaletê bê xistin û dest bi hewldanên hiqûqî bê kirin.

Di daxwaznameyê de wezîfeya baroyan û parêzeran hat bibîrxistin û hate diyarkirin baro bi parastina serdestiya hiqûqê û mafên mirovan ve wezîfedar in. Baroyê destnîşan kir ku ew dixwazin qedexeya li pêşiya parêzeran bê rakirin da ku bi miwekîlên xwe re li gorî rêziknameya hiqûqa navxweyî û navnetewî hevdîtinê bikin ku dikaribin wezîfeya xwe ya parêzeriyê bicih bînin.

Di daxwaznameyê de ji Wezareta Edaletê û Yekitiya Baroyan hat xwestin ku ji bo şert û mercên tecrîdê demildest bikevin tevgerê û erka xwe bi cih bînin.