​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî

Şêniyên Girêkê Legê û Dêrikê damezirînerê Yekîneyên Parastina Gel û avakerê pergala Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Xebat Dêrik di salvegera 11`emîn a şehadeta wî de, bi bîr anî.

​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî
14 ÇILE, 2023   12:48
QAMIŞLO

Meclisa Malbetên Şehîdan a navçeya Dêrikê ji bo bîranîna şehîd Xebat Dêrik li Stada Kornîş a li navçeyê bi amadebûna bi dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl û jinan, merasîmek li dar xist.  

Di merasîmê de birayê şehîd Xebat Dêrik, Hisên Remedan axivî û got: "Şehîd Xebat, ji bo azadiya gelê Kurd û pêkanîna edaletê têkoşiya."

Remedan got: "Em weke malbata şehîd soz didin ku em ê mesa li ser rêya wî dewam bikin, hemû zehmetiyan derbas bikin û armancên şehîdan pêk bînin."

Remedan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êriş û planên dijmin ên li ser gelê herêmê zêde dibin, ji lew re ew ê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk têkoşîna xwe bilind bikin û got: “Ji ber ku ji îradeya şervan û berxwedêrên me ditirsin, ji ber vê yekê her tim hewl didin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin."

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif jî got: "Şehîd Xebat Dêrik ruhê girêdana gel bi axê û parastina wê re ava kir. Rêgeza berxwedanê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê afirand û bi saya têkoşîna wî, hevrêyên wî û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtin, yekitî û vîna gelan ji her kesî re bûye mînak û hemû planên dagirkeriyê hatin têkbirin."

Merasîma bîranînê bi sloganên mîna "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA