Wezîrê karên derve yê Îranê gihîşt Şamê

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan îro piştî ku çû Lubnanê û bi rayedarên lubnanî re civiya, gihîşt Şamê.

Wezîrê karên derve yê Îranê gihîşt Şamê
14 ÇILE, 2023   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev serdana pêncemîn a wezîrê karên derve yê Îranê bo Sûriyeyê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, cîgirê wezîr û gerînendeyê giştî yê Herêma Rojavayê Asya û Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve Muhdî Şeştirî, gerînendeyê giştî yê Wezaretê Mihemed Sadiq Fedlî û şêwirmendê wezîrê karên derve yê kar û barên siyasî yê taybet Elî Esxer Xacî jî bi wezîrê karên derve re serdana Sûriyeyê dikin.

Hisên Emîr Ebdullehyan demekê berê têkildarî serdana xwe ji bo Şamê daxuyanî dabû û gotibû: “Di vê serdanê de ez ê bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re têkildarî geşedanên dawîn li herêmê û diyaloga dualî dan û standinan bikim û bi wezîrê karên derve yê Sûriyeyê û şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Sûriyeyê re bicivim.”

Serdana Ebdullehyan a Sûriyeyê piştî rojekê ji serdana wî ji Lubnanê re pêk tê ku tê de bi gelek rayedarên Lubnanê re û di nav de serokê hikumeta meşandina kar, wezîrê karên derve û serokê Meclisa Nûneran û sekreterê giştî yê Hizbullahê yê Lubnanê Hesen Nasirallah re civiyabû.

Ev serdan girîng e, ji ber ku hemwextî daxuyaniyên têkildarî nêzîkbûna Enqere-Şamê pêk tê.

(cx)