​​​​​​​Fermandar Xebat Dêrik bi merasîmek bi heybet hat bibîranîn

Hêzên Sûriya Demokratîk di salvegera 11’emîn a şehadeta wî de damezrênerê YPG`ê Fermandar Xebat Dêrik bi merasîmek heybet bi bîr anî.

​​​​​​​Fermandar Xebat Dêrik bi merasîmek bi heybet hat bibîranîn
14 ÇILE, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi sedan şervanên QSD' beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma bîranînê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD, YPG/YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Piştre ji Fermandarê QSD'ê Luqman Xelîl axivî û bal kişand ser têkoşîn û berxwedana Fermandar Xebat Dêrik.

Fermandarê QSD`ê Luqman Xelîl di şexsê şehîd Xebat Dêrik de, tevahî qehremanên ku di oxira şoreşê de şehîd bûne bi bîr anîn.

Xelîl destnîşna kir ku ev roj tê wateya roja ku neyar û mirovên xwefiroş bi hemû hêza xwe xwestin ku zererekê bidin vê şoreşê û kesên ku bi dilsozî xizmeta gelê xwe dikin bikin hedef û wiha domand: “Yek ji wan kesên dilsoz jî şehîd Xebat Dêrik bû. Fermandar Xebat Dêrik damezrênerê hêza ku îro roj di cîhanê de bûye nimûneya herî mezin û bûye hêza ku tarîtiya serdemê ji holê rakiriye. Fermandarê mezin, rêheval Xebat di sala 2012'an de canê xwe feda kir û li ser destê xayîn û xwefiroşan bi xincereke xedrê ku destê hêzên tarî tê de hebû şehîd bû.”

Xelîl li ser jiyan û têkoşîna şehîd Xebat Dêrik ev tişt gotin: “Her kes şahid e ku şehîd Xebat ji destpêka jiyana xwe ve ji bo azadî û jiyaneke wekhev têkoşîneke bêhempa meşand. Wî di kesayeta xwe de têkoşînek azadîxwaz û mafxwaz di şert û mercên ku tu kesî nekarîbû xwe wekî Kurd îfade bike, bi zimanê xwe biaxive û çanda xwe bide jiyankirin, dabû avakirin. Bi wê têkoşîn û israsa ku raber dikir, artêşek fedayî ji bo parastina hemû gelan da avakirin.”

'BÎRANÎNA ŞEHÎD XEBAT BI ISRARA PÊKANÎNA DAXWAZÊN WÎ PÊKAN E'

Fermandarê QSD`ê Luqman Xelîl destnîşan kir ku şehîd Xebat Dêrik kesayetek fedaî, westandin nas nedikir û têkoşer bû û ne tenê ji bo herêmê, lê belê ji bo tevahî Sûriyeyê têkoşîn da.

Xelîl wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bingeha ku heval Xebat Dêrik da avakirin, vaye îro roj em li ser wê bingehê jiyan dikin û di cîhanê de bûye cihê rêz û hurmetê. Şehîd Xebat di pêkanîna erk û berpirsiyaran de tu carî dudilî nekir û li kur fedekarî bihata xwestin amade bû. Bi hemû hêza xwe tişta pêwîst pêk dianî. Ji lew re ev hêza ku îro roj ava bûya, temsîleta wê di kesayeta rêheval Xebat de peyda bû. Ji ber ku wî ew hêz di şert û mercên herî dijwar de da avakirin û gava destpêkê avêt. Destpêka ku şehîd Xebat bi çend keç û xortan dest pê kir, vaye îro bûye bi sed hezaran û bi heman bîr û baweriyê wê têkoşînê bikin, parastinê bikin û li hember dijminê dagirker û xwefiroşan şer bikin. Li ser vî esasî, eger em bixwazin şehîd Xebat îfade bikin û temsîliyeta wî ya rast bikin, pêwîst e em hîn bêhtir xwe di terzê têkoşîn û jiyana wî de kûr bikin û di pêkanîna xwestek û daxwazên şehîd Xebat de bi israr bin.”

'JIYANA HEVBEŞ BERHEMA KEDA ŞEHÎD XEBAT E'

Luqman Xelîl bal kişand ku têkoşîna îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava tê raberkirin, bingehê xwe ji têkoşîna şehîd Xebat Dêrik û hevalên wî digire û soza berdewamkirina mîrataya ku şehîd Xebat hiştiye, da.

Xelîl her wiha soz da ku ew ê meşa ku şehîd Xebat dest pê kiriye heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, berdewam bikin û diyar kir ku ew ê bi wî awayî şehîdan bidin jiyankirin û temsîla rast ji têkoşîn û berxwedana dîrokî ya şehîd Xebat re bikin.

Xelîl îşaret bi rol û hewldanên şehîd Xebat ên di xurtkirina pirên baweriyê di navbera pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan de jî kir û got: “Ger em îro jiyaneke hevbeş dijîn ew jî ji berhemên keda şehîd Xebat e. Her wiha di perwerdekirin û rêxistinkirina ciwanan de kedek mezin raber kir ku tarîtiya serdemê di şexsê DAIŞ`ê de hilweşand. Şehîd Xebat çanda bîr, bawerî û berxwedaniyê di me de çand. Lewra bi qasî ku em bi vê bîr, bawerî û berxwedanê têkoşîn bikin, wê ewqas şehîd Xebat di nava me de zindî be.”

Fermandarê QSD`ê Luqman Xelîl soz da ku ew ê heta dilopa xwîna xwe dawî, bi ruhê têkoşîn, berxwedan, bîr û baweriya ku şehîd Xebat daye avakirin têbikoşin û li ber xwe bidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê heya serkeftinê şopdarên rêya şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdan bin.”

Merasîm bi solgana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(cx)

ANHA